​​​​​​​Li Tirkiyeyê ciwanekî sûriyeyî hat kuştin

Li bajarê Kilîs ê Tirkiyeyê ciwanekî sûriyeyî ji aliyê nîjadperestên Tirk ve bi kêrê hate kuştin.

​​​​​​​Li Tirkiyeyê ciwanekî sûriyeyî hat kuştin
24 nîsan, 2023   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bûyerên nîjadperestiyê li Tirkiyeyê li dijî penaberên sûriyeyî berdewam in. Hate ragihandin ku duh êvarê (23`yê Nîsanê) ciwanekî sûriyeyî ji aliyê komeke nîjadperestên Tirk ve li bajarê Kilîsê hat kuştin.

Nîjadperestan bi kêrê li sîngê ciwanê sûriyeyî Mihemed Ferîd El Şer da. Piştî bûyerê, ew rakirin nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest da.

Li ser sosyal medyayê, dîmenên bûyerê hatin weşandin. 

Li aliyekî din, xizmekî ciwanê kuştî bi bîr xist ku dema Mihemed Ferîd tevî hevalên xwe çûbû sûkê da ku telefonê bifiroşe, komeke nîjadperestên Tirk rêya wî girtiye û êrişî wî kiriye. Dawiyê bi kêrê li sîngê Mihemed Ferîd xistine û di encamê de hate kuştin.

Li gel zêdebûna gotinên nefretê li dijî sûriyeyiyan li Tirkiyeyê, metirsiyên penaberên sûriyeyî zêde dibin, piştî ku Enqere wan wek kaxizeke zextê di nakokiya herêmî de û ji bo berjewendiyên siyasî bi kar tîne.

(şx)