Wezîrên Rusya, Îran, Suriye û Tirkiyeyê sibe dicivin

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hulusî Akar got civîna wezîrên parastinê yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê dê roja sêşemê li Moskovê li dar bikeve.

Wezîrên Rusya, Îran, Suriye û Tirkiyeyê sibe dicivin
24 nîsan, 2023   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ragihand ku çaverê ye civîna wezîrên parastinê yên Sûriye, Rûsya, Tirkiye û Îranê sêşema bê li Moskovê li dar bikeve.

Li gorî Sputnîkê, Akar gotiye: “Çaverê ye ku civîna wezîrên parastinê û serokên îstixbaratê yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê sibê li Moskovê be.”

Balyozê Rûsyayê yê li Şamê Alexander Yovîmov jî ragihandibû ku civîna çaralî ku çaverê bû 8`ê Nîsanê li dar ketiba, heta destpêka Gulanê hate derengxistin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd destnîşan kiribû ku pêkanîna lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de, dê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be.

Çiya Kurd ji rojnameya Şerq El Ewsat re wiha axivîbû: “Ev civîn, tenê ji bo xerckirina demê ye. Xwespartina faktora demê, şertekî binkeftî ye.”

(şx)