Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ bi dawî bû 

Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ li Şengalê bi beşdariya sedan delege û mêvananan piştî semîneran hate bi dawî kirin. Di konferansê de tekezî li ser biryardariya xwedî lê derketin û pêkanîna fikir û felsefa Rêber APO hate kirin.

Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ bi dawî bû 
23 nîsan, 2023   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ bi dawî bû. Konferans di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve û bi beşdariya 350 delege û hêjmarek zêde ya jinên Êzidî û Ereb di danê sibehê de hatibû destpêkirin.

Di konferansê de gelek peyam hatin dayîn û semîner hatin lidarxistin. Semîner wek 2 rûniştin û 6 mijarên taybet hatin dayîn. Semîner li ser mijarên ‘Despêkirina tekoşîna jin heta xwe gihandina zanista jinelojî’, ‘Şîroveya Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Rêxistinkirina jinên Êzidî’ hate dayîn.

Endama Akademiya Jineolojiyê Rojhilat Nasir, endama TAJÊ Lawa Şengalî, Suham Şengalî, endama Yekitiya Êzidiyên Suriyê Sûad Huso, endama Fermandariya YJŞ’ê Hêza Şengalî, endam û Rêveberiya Yekitiya Jinên Cîwan yên Êzidî Sara Şengalî semîner bi rêve birin.

Axaftina dawî ya konferansê jî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Reham Hesen ve hate kirin. Hesen jî konferans li Serok APO, hemû jinên şehîd û beşdarvanên hazir û li jina Êzidî pîroz kir. Konferans bi biryardariyeke xurt bi encam bû. Biryarên derketin pêş di serî de famkirina felsefeya Rêber Apo û li ser wê bingehê meşandina kar û xebatan û hemberî êrîşan bûyîna xwedî helwest bû. Heman demê de di konferansê de ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo biryar hate dayîn ku pêngavên bihêz ji aliyê jinan ve bê avêtin û hate destnîşankirin ku divê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn û xebatan xurt bikin.

Konferans bi berzkirina dirûşmên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û gerandina gonvendê bi dawî bû.