Xebatên sînemayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geş dibin

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xebatên avakirina sînemaya şoreşgerî û gihandina sînemavanan berhemên xwe didin. Heta niha bi dehan sînemavan hatine gihandin û nêzî 10 fîlm, rêzefîlm û belgefîlm hatine çêkirin.

Xebatên sînemayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geş dibin
22 nîsan, 2023   03:30
QAMIŞLO - HÊLÎN EYLUL

Tevgera Çand û Hunerê (TEV ÇAND) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêşxistina sînemaya kurdî de, xebatên atolyeyan didomîne. Xebat ji sala 2015’an ve di bin sîwaneya Komîna Fîlman a Rojava de tên meşandin. Li Qamişlo, Kobanê û gelek deverên din atolye hatin vekirin, perwerde hatine dayîn û bi dehan kes tev lê bûn.

Her perwerdeyek 3 mehan dom dike û dersên senaryo, derhênerî, xwendina fîlman, kamera, dîroka sînemayê, sînemaya kurdî, produksiyon, deng, ronahî û kostum-makyaj tê de têne dayîn.

Kesên ketin wan perwerdeyan jî, di çêkirina rêzefîlm, kurtefîlm û fîlman de cih girtiye. Wek encameke wan perwerdeyan heta niha belgefîlmên “Darên bi tenê” û “Şengal”, fîlmên “Ji bo Azadiyê” û “Kobanê”, rêzefîlmên “Tava Sor” û “Evîna Kurd” hatine çêkirin.

Fîlmê “Kobanê” di televîzyonên Stêrk, Rohanî, Çira, Aryen û Medya Haberê de hat weşandin. Rêzefîlma “Tava Sor” jî di Stêrk TV’yê de hat weşandin û rêzefîlma “Evîna Kurd” di Ronahî TV’yê de tê weşandin û heta niha 2 beşên wê hatine nîşandan. 

XEBATÊN ATOLYEYÊ DIDOMIN

Komîna Fîlman a Rojava, wek berdewama xebatên pêşxistina sînameyê, atolyeyeke nû vekiriye. Atolyeyê li Qamişloyê 9’ê Nîsanê dest pê kiriye. Piraniya wan ciwan û xwendekarên zanîngehê, bi giştî 40 kes tev lê dibin û ber bi dawiya atolyeyê ve jî dê perwerdeyên branşan bên dayîn.

HEDEF AVAKIRINA AKADEMIYÊ YE

/kr/uploads/files/2023/04/21/194639_egid-numan-5.webp

Ji rêveberiya kargeha sînemayê Egîd Nûman diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku sînemavanan bigihînin û bi rêya sînemayê tevkariyekê bidin şoreşa civakî. Nûman got ew dixwazin sînemavanên xwe bigihînin û fîlmên xwe bi zimanê xwe çêkin.

Egîd Nûman anî ziman ku piranî ciwanên ji Kobanê û Serêkaniyê tev li atolyeyan dibin; ev jî nîşan dide ku ciwanên encamên şer baş dizanin, eleqeyeke mezin nîşanî sînameyê didin û dixwazin xeyalên xwe di sînemayê de vebêjin.

Her wiha li gorî agahiyên ku Nûman dane, hewl didin van xebatan berfireh bikin û veguherînin akademiya sînemayê.

ANHA