Rojnameyên erebî cih dan mijarên Sûdan, Îran û Ukraynayê

Rojnameyên erebî yên îro di rûpelên xwe de cih dan şerê Sûdanê, rewşa Îran û Ukraynayê.

Rojnameyên erebî cih dan mijarên Sûdan, Îran û Ukraynayê
22 nîsan, 2023   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî der barê rewşa Sûdanê de nivîsî: “Tê texmînkirin ku di şerê dawîn ê di navbera fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo ku bi Himêdetî tê nasîn de, serokê nû yê Sûdanê bi ser bikeve. Yê bi bin bikeve jî dê çarenûşa wî sirgûnkirin, an binçavkirin an jî mirin be.

Yan jî dibe ku şerekî navxweyî yê demdirêj derkeve, yan Sûdan bê parçekirin. Pisporê kar û barên Sûdanê yê Zanîngeha Tufts, Alex de Waal ku ji ajansa Associated Press re axivî, destnîşan kir ku ev hefte divê wekî gera yekemîn a şerê navxweyî bê dîtin.

Waal hişyarî da ku eger şer zû neyê bidawîkirin, dê bibe lîstoka hin aliyên herêmî û navneteweyî yên aktîv yên ku hewl didin bi rêya pere, çek, hêz an jî wekîlên xwe berjewendiyên xwe pêk bînin.

Endamê Koma Aloziyên Navneteweyî Alan Boswell jî got, “Tiştê li Sûdanê rû dide, dê tenê li Sûdanê nemîne.”

ATRÊŞA ÎRANÊ: KEŞFÊN ME YÊN NÛ DIKARIN ÊRIŞAN DIJÎ ARMANCÊN DÛR PÊK BÎNIN

Rojnameya Şerq El Ewsat jî têkildarî rewşa Îranê wiha nivîsî: “Cîgirê fermandarê artêşa Îranê Mihemed Mûsawî got ku yekîneyên hêzên wî êdî dikarin êrişên bi keşfên biçek li dijî armancên dûr pêk bînin. Ev daxuyanî rojek piştî ku artêşê ragihand ku wan zêdetirî 200 keşfên biçek ên pêşketî, tevî mûşek û pergala şerê eleketronîk bi dest xistine, hat dayîn.

Li gorî ajansa Irna, Mûsawî destnîşan kir ku keşfên biçek ên ku dikarin di warê çavdêrî, diyarkirin û parastina sînorên Îranê yên bejahî û asîmanî de bi kar bînin, beşek ji daxwazên hêzên wî bû û got: “Artêş di planên operasyonan de xwe dispêre hêza keşfên biçek ên şerker û êrişkar. Bi van derfetên nû, êdî dikarin êrişan Ii dijî armancên dûr plan bikin û pêk bînin.”

SPANYA DÊ 6 TANKÊN LEOPARD BIDE UKRAYNAYÊ

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Ukraynayê de nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares ragihand ku Spanya dê di çend rojan de ji esilê 10 tankên Leopard 2, 6 tankan bide Ukraynayê, ku berê soza dayîna wan dabû.

Albares destnîşan kir ku dê di dema pêş de jî wek beşê duyemîn 4 tankên din bidin Ukraynayê û got: “Heta ku pêwîstiya Ukraynayê bi piştgiriyê hebe, em ê piştgiriya wê bikin. Çi bi alîkariyên mirovî dibe, çi jî bi rêya pêşwazîkirina penaberan û dayîna pêdiviyên parastinê.”

Di çend hefteyên borî de 55 ukraynayî li Spanyayê li ser tankên Leopard hatin perwerdekirin.”