​​​​​​​ʹLi Îmraliyê sûcên dermirovî tên kirinʹ

Endamên saziyên sivîl ên gundewarê rojava yê Dêrazorê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker banga NY'yê ya eşkerekirina rewşa li Îmraliyê bêbersiv hiştiye û got: ʹʹEv jî nîşan dide ku di hundirê Îmraliyê de sûcên dermirovî tên kirin.ʹʹ

​​​​​​​ʹLi Îmraliyê sûcên dermirovî tên kirinʹ
22 nîsan, 2023   00:47
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Tevî bangên eşkerekirina rewşa wî ya tenduristiyê, lê dîsa jî dewleta Tirk tu agahî der barê rewşa wî de  nedaye û nahêle malbat û parêzerên wî hevdîtinê pê re bikin.

/kr/uploads/files/2023/04/21/194525_-_1.webp

Têkildarî mijarê, hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê ya gundewarê rojava yê Dêrazorê Wehab El Beşar got: "Bi navê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û gelê Dêrazorê bi taybetî em kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin."

El Beşar destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bangên Neteweyên Yekbûyî (YN) yên eşkerekirina rastiya li hundirê Îmraliyê bêbersiv hiştin û got, ev jî nîşan dide ku sûcan  di hundirê Îmraliyê de dike.

El Beşar helwesta NYʹyê şermezar kir ku û got, divê Neteweyên Yekbûyî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwesteke xurt be.

/kr/uploads/files/2023/04/21/194508_-.webp

Hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê ya meclisa herêma rojava ya Dêrazorê Rehme El Ehemd got: "Dema ku dewleta Tirk a dagirker rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere nake, ev yek hovîtiya wê nîşan dide û diyar dike ku mafên Rêber Abdullah Ocalan binpê dike."

Rehme El Ehmed banga cezakirina dewleta Tirk a dagirker û bidawîkirina sûcên wê kir  got: "Neteweyên Yekbûyî piştî banga eşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir bi awayekî cidî tev negeriya. Divê Neteweyên Yekbûyî hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze ku sûcên hovane dike."

(mh)

ANHA