​​​​​​​Artêşa Sûdanê agirbesta 3 rojan erê kir

Artêşa Sûdanê ragihand ku agirbest ji bo 3 rojan a  bi boneya Cejna Remezanê erê kir.

​​​​​​​Artêşa Sûdanê agirbesta 3 rojan erê kir
21 nîsan, 2023   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a artêşa Sûdanê bi daxuyaniyekê ragihand ku agirbesta 3 rojan a bi boneya  Cejna Remezanê erê kiriye. Agirbest ji îro (Înê) dest pê dike.

Artêşa Sûdanê bang li Hêzên Piştevaniya Lezgîn kir ku hemû tevgerên leşkerî rawestîne.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo beriya demekê agirbesta bo 72 saetan ragihandibû. Lê şer dewam kiribû.

(bb)