Tûnis, Sûdan û Yemen rojevên rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan rewşa Tûnis, Sûdan û Yemenê.

Tûnis, Sûdan û Yemen rojevên rojnameyên erebî bûn
21 nîsan, 2023   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Tûnisê de wiha nivîsî: “Serokê Tûnisê hemû destwerdanên derve yên ji bo doza girtina serokê Tevgera Nehdayê Raşîd Xenoşî red dike, Tevgera Nehdayê jî li xwe heyirî ye û nizane çi bike.

Tevgera Nehdayê b daxuyaniyekê biryara dadgehê şeremzar kir û wekî neheqiyê bi nav kir. Eniya Xilasiya Neteweyî jî girtina Xenoşî şermezar kir û bal kişand ser temenê wî yê mezin û nexweşiya wî û got: “Xenoşî girîngtirîn kesayeta siyasî ye.”

Herdu aliyên navborî pişta xwe didin destwedana derve ya erebî û navneteweyî û hêvî dikin ku bandorê li biyrara dadgehê ya têkildarî Xenoşî bikin. Lê belê baldar in û naxwazin gotinên ku vî tiştî eşkere dikin, bi kar bînin da ku bi hevkariya bi hêzên derve re -ku li Tûnisê ev mijareke hesas e – neyên tawanbarkirin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê, Xenoşî tevî 5 rayedarên payebilind ên Tevgera Nehdayê hatine girtin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî got ku biryara girtina Xenoşî ne guncaw e û diyar kir ku ew ê hewl bidin desthilata Tûnisê bi vê yekê agahdar bike.

DYA`yê jî girtina Xenoşî, 20 muxalîfan û hin kesayetên din ku di nava wan de karsaz jî hene, wekî rageşî bi nav kir.

Tûnisê roja çarşemê rexneyên di mijara girtina Xenoşî de hatine kirin, red kirin û wekî “destwerdana li kar û barên hundirîn” hesibandin.

SÛDAN: HEWLDANÊN AGIRBESTÊ Û BANGÊN DIYALOGÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê rewşa Sûdanê de nivîsî: “Şeva Cejna Remezanê jî dengê şer û teqînan dewam kir. Civaka herêmî û navneteweyî jî hewldanên ji bo pêkanîna agirbestê di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li Xartûmê û bajarên din ên Sûdanê, zêdetir kirin.

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê James Cleverly bi telefonê li hempîşeyê xwe yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan Bin Ebdullah geriya. Herdu aliyan rêbazên bidawîkirina şerê Sûdanê nîqaş kir. Balyozên welatên koma çaralî (Siûdiyê, Amerîka, Îmarat, Brîtanya) jî banga diyalogê li herdu aliyên şer kir. Sekerterê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres jî bang li aliyên şer kir ku bi minasebeta Cejna Remezanê herî kêm 3 rojan çekan deynin.”

LI YEMENÊ DI BÛUERA DEHIFANDINÊ DE BI SEDAN KES MIRIN Û BIRÎNDAR BÛN

Rojnameya El Beyan a Îmaratê: “Di dema wergirtina alîkariyên ku bazirganên li Senayê belav dikirin de, di bûyera dehfandinê de herî kêm 85 kes mirin. Di deh salên dawîn de ev mezintirîn bûyera dehfandinê li cîhanê ye.

Li gorî bîlançoya ku Mudirê Nivîsgeha Tenduristiyê ya Senayê daye, di bûyera dehfandinê de 85 kes mirine. Wan kesan ji bo wergirtina 5 hezar Riyal ku bazirganan li dibistaneke giştî ya taxa kevn a bajêr belav dikirin, hevdu dehf dane û wiha mirine. Her wiha rewşa 50 birîndaran giran e.”

(c)