Yekitiya Êzidiyan piştgiriya beynanameya Rêveberiya Xweser kir

Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê ragihand ku ew piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê dike û bang li hêzên siyasî û hikumeta Sûriyeyê kirk ku qebûl bike û dest bi diyalogeke nîştimanî ya cidî bike.

Yekitiya Êzidiyan piştgiriya beynanameya Rêveberiya Xweser kir
20 nîsan, 2023   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Êzidiyan der barê beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê de ragihandiye, daxuyaniyek da û tê de anî ziman ku ew piştgiriya beyannameyê dike û bang li hêzên siyasî, hikumeta Sûriyeyê kir ku wê qebûl bike û dest bi diyalogeke nîştimanî ya cidî bike ji bo ku çareseriyeke giştî ji aloziyê re bê dîtin.

Yekitiyê diyar kir ku xalên beyannameya Rêveberiya Xweser, bingeha destpêkirina diyalogeke cidî ya rastîn e ji bo bidawîkirina aloziya Sûiryeyê û sepandina aştiyê û ji nû ve avakriina welêt e.

Yekitiyê bang li hikumeta Sûriye û opozîysona azad kir ku beyannameyê qebûl bikin û dest bi diyalogê bikin ji bo ku alozî bi dawî bibe û welatekî pirreng û azad ava bibe.

(şx)