YRKʹê têkildarî êrişa li Pênciwênê daxuyanî da

Fermandariya YRK’ê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a 15’ê Nîsanê ya li herêma Pênciwênê daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê êrişê de, berevajî îdiayan, tu windahiyên wan çênebûne.

YRKʹê têkildarî êrişa li Pênciwênê daxuyanî da
20 nîsan, 2023   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Pênciwênê daxuyaniyek da.

YRK’ê ragihand ku di êrişê de berevajî îdiayan, tu windahiyên wan çênebûne û wiha da zanîn: “Di 15’ê Nîsanê de komek hevalên me dema ku li ser erkê xwe bûn, wesayita ku tê de bûn ji aliyê balafirên bê mirov ên dagirkeriya Tirkiye ve di navbera seat 18.00 û 18.30’an de li bejahiyê Pênciwên rûbirûyê êrişê hewayî hatin. Di vê êrişa nemirovane de tu windahiyên me çênebûne, agahiyên ku di vê derbarê de belav bûne û îdia dike ku windahiyên me çêbûne nerast in. Em van êrişên dagirkeran ku tu pîvan û exlaqê mirovahî nas nakin şermezar dikin û li hember van êrişan têkoşîna xwe bilindtir dikin.

Dagirkeriya Tirkiyeyê ev demeke li hember herêmên Asos û Pênciwên him tevgera hewayî him jî êrişên xwe yên hewayî zêde kiriye. Ev êriş ji konsepte giştî qut nîne, girêdayî şerê topyekûn ê li dijî gelên Kurdistan û gerîlayên azadiyê ye. Bi taybetî ev pêvajoyê ku li Rojhilatê Kurdistan û Îran bi rêve diçe di astekeke bilind de gel dînamîk kir, rêxistin kir û ev jî ji bo dagirkeriya Îran dibe metirsiyeke mezin, ji bo vî jî ev hêzên desthiladar zêdetir berê xwe didin çavkaniya vê îdeolojiyê ku kêlî bi kêlî berbelav dibe û dixwazin di her alî de tune bikin. Li ser vî esasî di polîtîkayên qirkirinê de ku li hember Kurdistanê dimeşînin di çarçoveya berjewendiyên xwe de tên li gel hevdu. Em bi rengekî şênber di ferqa vê rastiyê de ne û pêwîste gelê me jî di mijara rastiyê dijmin famkirin û li hember vê rastiyê têkoşîna xwe rêxistinkirin û bilindkirinê de zêdetir xwedî hewldan bibin. Ji bo vê jî xwedî li axa xwe û parazvanên axê xwe derkevin.”