Li Şengalê pîrozbahiya bicoş a Çarşema Sor

Ji bo cejna Çarşema Sor bi hezaran êzidiyan berê xwe da Şengalê û cejn pîroz kir. Di pîrozbahiyê de peyamên mîsogerkirina xweseriya Şengalê hatin dayîn.

Li Şengalê pîrozbahiya bicoş a Çarşema Sor
20 nîsan, 2023   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsal ji her derê êzidiyan berê xwe da Şengalê û cejna Çarşema Sor pîroz kir. Yek ji qadên pîrozbahiyê Baxçeyê Serok Apo ê li Geliyê Kersê bû.

Şahiya cejnê bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê pêk hat û bi hezaran kes tev lê bûn.

Di destpêka bernameya pîrozbahiyê de peyama endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta hate nîşandan. Sozdar Avesta Çarşema Sor li tevahî civaka êzidî pîroz kir û di şexsê fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo de ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got civaka êzidî jî yek ji wan civakan e ku xwe bi ronahiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan li ser lingan girtiye û bal kişand ser girîngiya Kongreya 5’emîn a Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî Çarşema Sor li Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên 74 fermanan û civaka êzidî pîroz kir.

Riham Hesen bal kişand ser zextên li ser civaka êzidî ku li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li wan tên kirin û got: “Ferman hate serê me lê bi saya gerîlayan em ji qirkirinê rizgar bûn, lê civaka me ya êzidî ku li Efrîna dagirkirî ne, her roj li ser wan ferman e û nikarin cejnên xwe pîroz bikin. Ji bo ku civaka me êdî rastî fermanan neyê, ji bilî sîstema neteweya demokratîk tu rêyeke me nîn e. Ji bo vê jî em ê xewn û xeyalên şehîdanên ji bo Şengala xweser û azad pêk bînin.”

Berdevka Koordînasyona Cîvaka Êzidî a Ewropayê Çîçek Yildiz jî axivî û da zanîn ku bi amadebûna xelkê Şengalê bersiva herî mezin dane dijminan û got civaka êzidî li ku dibe bila bibe divê li axa xwe vegere û xweseriya xwe pêk bîne.

Piştî axaftinan bernameyê bi stran û govendan dewam kir. Koma Dengbêjên Şengalê, hunermend Bager Medî, Koma Zarokan a Şehîd Zerdeşt, hunermend Bişar, Hesen Emo û Yaser Şengalî derketin ser dikê û stran gotin. Pîrozbahiyê heta saetên şevê dewam kir.