​​​​​​​Malbat û parêzeran xwest biçin Îmraliyê

Parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan yên girtiyên din ên li Îmraliyê, bi wesîleya cejna Remezanê xwest biçin Îmraliyê.

​​​​​​​Malbat û parêzeran xwest biçin Îmraliyê
20 nîsan, 2023   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbat, parêzer û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan bi boneya cejna Remezanê serlêdana hevdîtinê kir.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî serlêdana hevdîtinê kir. Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtina cejnê serî li serdozgeriyê da.

Ji 25'ê Adara 2021'ê ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.