Li Efrînê 3 welatî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî li navçeyên Şera û Racoyê yên Efrîna dagirkirî revandin.

Li Efrînê 3 welatî hatin revandin
20 nîsan, 2023   09:17
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên “Polîsên Leşkerî” welatiyê bi navê Mihemed Izedîn Elî (31) ê ji gundê Mosaka yê Racoyê di 10′ê Nîsanê de revand.

Her wiha Hisên Mistefa Nûrî Hidik (43) ê ji gundê Dêrsewanê yê Şerayê cara duyemîn li benda kontrolê ya çeteyên Polîsên Leşkerî ya li têketina gund, revand.

Li Şerayê jî, çeteyan Aryan Mihemed Xelîl (36) ê ji gundê Meiriskê revand û erebeya wî dizî.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî sûcên qetilkirin, revandin, dizîn û talankirinê dewam dikin. Wê yekê bi hewldana koçberkirina şêniyên mayî û guhartina demografiyê dikin.

(fr)

ANHA