TEV-DEM`ê Cejna Remezanê li cîhana îslamî pîroz kir

TEV-DEM`ê Cejna Remezanê li cîhanê îslamî pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane û aştî pêk were.

TEV-DEM`ê Cejna Remezanê li cîhana îslamî pîroz kir
20 nîsan, 2023   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand. TEV- DEM Cejna Remezanê li hemû pêkhateyên Sûriyeyê, civaka îslamî, malbatên şehîdan, birîndarên şer û şervanên azadiyê pîroz kir û hêvî kir ku li seranserî Sûriyeyê aştî pêk were.

Di peyamê de hate gotin: ʹʹDewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mîna van boneyan bi kar tînin da bêyî dilovanî planên xwe yên siyasî yên şovenîst pêk bîne. Dagirker guh nadin nirxên cejnan, lê cejnan vediguherîne dojeh li ser serên civakên ku bi aştî jiyana hevbaş a di navbera çand û mezheban bawer in. Li herêmên dagirkirî, bi taybetî li Efrîn, Şehba, Eyn Îsa, Zirgan û Kobanê sûcan, siyasetên dagirkirin û qirkirin pêk tînin.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) vê boneyê pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ku aştî û hezkirin li gelemperiya Sûriyeyê pêk were. Em ê têkoşîna ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li tevahî herêmên Sûriyeyê û vegera ewle ya tevahî koçberên Sûriyeyê li warê xwe berdewam bikin."

(şx)