​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan

Çêkirina kulîçeyan di cejnan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û amadekirina wan li ser sifreyê çandeke zindî ye.

​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
​​​​​​​Di cejnê de çanda kulîçeyan
20 nîsan, 2023   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hatina cejna Remezanê re, jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çêkirina kulîçeyan dikin. Navên kulîçeyan û şeklên wan li gorî herêman diguherin; li Qamişloyê kulîçe ye yan jî sawk e, li Kobanê kilor, li Efrînê kumbe û li Reqayê jî mamûl.

Kulîçe cureyeke şêraniyan e û di bone û cejnan de tên pêşkêşkirin.

Kulîçe bi gelek cureyan tê çêkirin. Hinek bi xurme û hinek jî bi gûzan û hinek jî bi fisteqan çêdikin. Berê di tenûran de sor dikirin. Lê di van demên dawîn de di firinan de tên sorkirin.

Jina bi navê Merdiye Ehmed diyar kir ku bê kulîçe cejn temam nabe û got: “Em, cîran û xizm bi hev re kulîçeyan çêdikin.”

Jina bi navê Mune El Ehmed a ji Dêrazorê ye lê li Reqayê dijî, diyar kir ku li gorî daxwazên şêniyan ew ê şêraniyan çêdike. Mune destnîşan kir ku ji 3 salan ve dest bi çêkirina şêraniyê kiriye û got: “Hilberîn baş û pir bû. Lê kar îsal paşde çûye, ji ber ku madeyên pê şêranî çêdibin, biha ne.”

Jina bi navê Fatme El Ebid jî cejna Remezanê pîroz kir û got şêranî li Reqayê kevneşopeke kevnar e. Fatmeyê da zanîn ku ji ber bihabûnê û rewşa jiyanî nekariye şêraniyê çêke.

Fatme anî ziman ku şêniyên herêmê şêraniyan li cîran û xizmên xwe belav dikin û got ev hevgirtin û hevkariyê nîşan dide û zarok pê şad dibin.

ŞADKIRINA ZAROKAN

Welatiya bi navê Sewsen Hiso ya ji Kobanê jî diyar kir ku bihabûnê bandor li çêkirina şêraniyê kiriye. Sewsenê got: “Berê me şêranî bi miqdarên mezin çêdikirin. Lê di çend salên dawîn de ji ber bihabûnê, em tenê di cejnan de wan çêdikin.”

Sewsen destnîşan kir ku herî zêde zarok bi şêraniyê şad dibin û çandeke pêşiyan e ku dê wê biparêzin.

KOÇBERÊN EFRÎNÊ BI VÎNEKE XURT CEJNÊ PÊŞWAZÎ DIKIN

Şêniyên Efrînê yên koçber û li kampên Şehbayê dimînin, bi hêviyeke mezin cejnê pêşwazî dikin ku amadekariyên cejnê dikin.

Dayika Zeyneb Oba mîna jinên din, ji ber dopêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê tenê 2 kîlo şêranî çêkirine. Zeynebê got: “Dema em li Efrînê bûn, me şêranî li ser agirê êzingan dipêjand. Lê niha em nikarin wisa bikin, li aliyekî bihabûn û li aliyê din tûpên gazê kêm in. Ji bo wê em neçar man ku tenê 2 kîlo şêranî çêkin. Ji ber bihabûnê lêçûna her cureyeke şêraniyê bûye 50 hezar lîre.”

Dayika Zeyneb di dawiyê de got: “Ji ber dorpêçê, ne tûpên gazê û ne jî kehrebe tune ne. Rojê 2 saet tenê kehrebe heye. Ji bo wê, em miqdarên biçûk ên şêraniyê çêdikin. Em nikarin ji urf û adetên xwe dûr bikevin. Ez hêvî dikim ku em cejna xwe li mal û warên xwe pîroz bikin.”

 (dm/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lTU3ZLJwoE8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>