ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-4-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-4-2023
17 nîsan, 2023   23:00

Ji ber serhişkiya hikumeta Şamê heta niha gelê Sûriyeyê tu gav ber bi çareseriya kirîzê ve neavêtiye berovajî daxwazên xwe ku ji bo wan serî hildan û banga guhertinê û veguhartina demokratîk kir. Ev tê wê wateyê ku sedemên ji ber wê têkilî di navbera dewletên ereban û hikumeta Şamê de qut bûne, hîna zindî ne.

Heya Sor a Kurd însiyatîfa ʹHêvî di dayîna we de yeʹ ya ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û malbatên astengdaran ji sedî 95 temam kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Birakê banga serhildanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û got "Rêber Abdullah Ocalan rêberê çareserî û aştiyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gelên Tirkiyeyê dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengên xwe ji bo siberoja xwe bidin. Komara Tirk di sedsaliya xwe de êdî nayê naskirin. Li şûna komarê dîktatoriyeke temam heye. Di bin serweriya îslamîstan de, welatekî hilweşiyayî û aboriya wê hilweşiyayî û siyaseteke hilweşiyayî maye. Piştî ku olperestên AKP'ê li Tirkiyeyê desthilat desteser kir, ji ber baweriya xwe dijminatiyê li hemû aliyên din kir û tercîheke hişmend bû. Her wekî baweriya selefî-wehabiyan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ragihandina beyannameya xwe ya derbarê çareseriyê de civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li Reqayê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)