Ji cîhadîstên selefî heta faşîzma AKP'ê ya olperest - Rauf KARAKOÇAN

Ji cîhadîstên selefî heta faşîzma AKP'ê ya olperest - Rauf KARAKOÇAN
18 nîsan, 2023   04:40

Gelên Tirkiyeyê dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengên xwe ji bo siberoja xwe bidin. Komara Tirk di sedsaliya xwe de êdî nayê naskirin. Li şûna komarê dîktatoriyeke temam heye. Di bin serweriya îslamîstan de, welatekî hilweşiyayî û aboriya wê hilweşiyayî û siyaseteke hilweşiyayî maye. Piştî ku olperestên AKP'ê li Tirkiyeyê desthilat desteser kir, ji ber baweriya xwe dijminatiyê li hemû aliyên din kir û tercîheke hişmend bû. Her wekî baweriya selefî-wehabiyan.

Di navbera salên 1703-1792 de Muhemmed bîn Ebdulwehhab ji bo “vegera li eslê îslamê” her kes kir dijmin û ev bû kurteyeke wehabîtiyê. Ev bawerî heta Îbnî Teymiye diçe ku di navbera 1263-1328 jiyaye. Bi bandora fikrên Îbnî Teymiye, her tiştê ku ne di Quran û hedîsê de bû, red kirin. Li gorî vê baweriya selefî-cîhadîst, hemû kesên ne ji wan bin dijmin in û divê ji holê bên rakirin. Mînaka wê ya dawîn jî DAIŞ bû.

Di dema Mehmûdê Duyemîn ê padîşahê Osmaniyan de Kavalali Mehmed Elî Paşa û kurê wî Tosun Paşa tên peywridarkirin da ku wehhabiyan ji holê rakin. Bi ser Erebistanê de diçin û bajarên Mekke, Medîne û Taîf ji destê wehhabiyan tên rizgarkirin. Ebdullah û malbata wî dîl digirin, dibin Stenbolê û di 12’ê Sibata 1819’an de bi dar ve dikin. Serdema wehabiyan a yekemîn bi vî rengî kuta dibe.

Faşîzma AKP'ê ya olperest jî desthilata Komara Tirkiyeyê ku li ser bermahiyên Osmaniyan ava bûye û nûnerê niha yê selefî-wehhabiyan e, wekî ku tola xwe ji komarê hilîne, her tiştekî wê guherand. Erdoganê şefê faşîst û oldar ê AKP'ê, ji bo tiştên ku Osmaniyan bi serê wehhabiyan de anî, tola xwe ji komarê hiltîne û bi vî rengî bû patronê DAIŞ'ê û rêxistinên mîna wê yên selefî-wehhabî. Bi mentiqa 'çi qasî zerarê bidiyê, ew qas baş e' bû çavkaniya xirabiyan.

Hikumeta AKP'ê berdewama baweriyekê ye ku dijminatiyê heta li misilmanên ne wekî xwe jî dike lê êdî gihaşt dawiya serdema xwe ya 22 salan. Hemû çavkaniyên welêt hişk kirin. Bi xwe re îslama siyasî jî qedandin. Serokên AKP'ê û şefê wan ê faşîst Erdogan di çavê gel de bûne desthilatdarên gendel, diz, durû, qure û bêbext. Baweriya îslamê ji bo ku xwe veşêrin, kirin mask. Şefê faşîst ê AKP'ê Erdogan ku amûrên xwe yên zordariyê heta ji dest tê bi kar tîne, bi her cure bêhiqûqiyê hewl dide/hewl da li ser desthilatê bimîne.

Tirkiye ketiye pêvajoya hilbijartinê û îhtîmal heye ku her gavekm tiştek lê biqewime û provokasyonlê çêbon. Rapirsîn nîşan didin ku şefê faşîst Erdogan dê nekare di van hilbijartinan de bi ser bikeve. Ji bo serkeftina di hilbijartinê de her rê mubah tê dîtin. Ev hilbijartin hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Erdogan kêliyeke çarenûsî ye. Yan dê rêya derketina ber bi siberojeke ronî ve were tercîhkirin, an jî dê di nava tariyê de bê fetisandin. Tercîh dê li ser van her du vebijêrkan be.

Teqez e ku şefê Erdogan li pey provakasyonên mezin e da ku hilbijartinan li gorî berjewndiyên xwe biguherîne û tevî şer jî dê serî li her argumanên din jî bide. Dîktator Erdogan ji bo ku di hilbijartinê de bi ser bikeve, pêdivî bi malzemeyê heye. Ji bo ku girseya neteweperest û olperest bikişîne aliyê xwe, dixwaze pêleke faşîst derxe û bi êrişa li ser Kurdan dixwaze van armancên qirêjî bi ser bixe. Teqez ji bo serkeftina di vê hilbijartinê de dê provokasyonan bike. Dema em li rêbazên wan ên berê û armancên wan dinêrin, mirov dibîne ku li pey provakasyonan in. Komploya yekem jî êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê bû.

Ev êrişa ku pê dixwestin rayedarên Rojava li Silêmaniyê ji holê rakin, heke bi ser biketa, dê atmosfera hilbijartinên Tirkiyeyê yekser biguheranda. Lê belê ji ber ku di wesayîta ku Mezlûm Ebdî tê de bû leşkerên amerîkî jî tê de hebûn, bombeyek berdan nêzî konvoyê û peyamek dan. Êrişa li Silêmaniyê gelek armancên xwe hebûn û ji bo provokasyonê bû. Di serî de peyamke dan DYA’yê û ji bo YNK'ê jî gefeke cidî ye. Her wiha armanc dikir ku cudahiya di navbera PDK û YNK'ê de zêde bibe û berî hev bidin. Ne tesaduf e ku hin rayedarên PDK'ê daxuyaniyên sûcdarkirina YNK'ê dan. Êriş ji bo çavtirsandinê û heke mimkun be hevgirtina di navbera Rojava û YNK'ê de têk bibe, hatibû amadekirin. Tişta di serî de tê bîra mirov jî, ji bo hilbijartinan amade kirine.

Gaveke din a ji bo hilbijartinan jî girtina HDP'ê ye ku xistin heman pêvajoyê û doza Kobanê bû derbasî qonaxa biryardayînê bû. Dozên komployê û provokasyonên li dijî Kurdan tên kirin, ji bo AKP'ê hewldanên dawîn in. Berdêla dijminatiya li Kurdan, dê vê carê gelekî giran be.

Kurd dê têkçûna faşîzma AKP'ê û dîktator Erdogan di sindoqan de mîsoger bikin. Ev dê ne tenê têkçûneke di hilbijartinan de be, her wiha dê dawiya jiyana wan a siyasî be.

ANHA