Rêveberiya Xweser 20 girtî berdan!

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî madeya 126ʹan a qanûna cezayên giştî hejmareke girtî berdan.

Rêveberiya Xweser 20 girtî berdan!
Rêveberiya Xweser 20 girtî berdan!
Rêveberiya Xweser 20 girtî berdan!
Rêveberiya Xweser 20 girtî berdan!
16 nîsan, 2023   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî madeya 126ʹan qanûna cezayên giştî,  Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 20 girtiyên di girîgeha Xiwêran a navendî ya bajarê Hesekê de berdan.

Li gorî madeya126ʹan, mehkûmê/a ku ji çaran, sêyeke dema cezayê derbas kiribe tê berdan. Her wiha bi belgeyekê ya ji aliyê rêveberiya girtîgeha navendî ve ku îsbat dibe di dema cezayê de rast bûye,  tê berdan.

Tê payîn ku li gorî biryarê hejmarek girtiyên di girtîgeha Elaya ya bajarê Qamişloyê jî werin berdan.

(bb)

ANHA