Encamnameya Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê hat eşkerekirin

Duh bi awayekî girseyî û bi coşeke mezin Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate lidarxistin. Di kongreyê de hevserok, cîgir û endamên meclisê hatin hilbijartin û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamnameya Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê hat eşkerekirin
16 nîsan, 2023   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê duh bi beşdariya 450 mêhvan û delgeyan bi dirûşmeya ‘Bi Xemla Nîsanê Şengal Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin’ li navçeya Sinûnê ya Şengalê hate lidarxistin. Di Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê de hevserokên meclîsa giştî, cîgirên hevserokatiyê û 101 endamên meclîsa giştî hatin hilbijartin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê Encamnameya 5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê belav kir.

Encamnameya 5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:

"5′emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya 450 delege û mêvanan bi awayekî serkeftî hate lidarxistin. Ji Ewrûpa, Silêmanî, Deşta Nînowayê û Şengalê civaka Êzidî, dostên civaka Êzidî, gelê Ereb, nûnerên pêkhateyên Şengalê bi hemû reng û dengê xwe ve li kongrê kom bûn. Bihara Şengalê bi vê kongrê re geştir û rengîntir bû. Em hemû beşdarên kongrê, dostên civaka Êzidî, jin û ciwanên Şengalê silav dikin û ji bo beşdariya wan a kongrê spasiya xwe pêşkeşî wan dikin.

Dirûşmeya kongreya me, hedef û armancên esasî yên kongrê destnîşan dikir. Me got ‘’Bi Xemla Nîsanê Şengalê Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin.’’ Em di hefteya Cejna Serê Nîsanê de, di destpêka sala nû de ne. Weke tê zanîn, li gor bîr û baweriya Ezdatiyê, dinya di destpêka meha Nîsanê de hatiye afirandin, erd xweş bûye û gîha geş bûye. 5’emîn kongreya me jî di destpêka sala nû de fikir, dil, hêvî û biryardariya me geş û teze kiriye. Em dikarin bêjin 5’emîn Kongreya me ji bo civaka Êzidî û gelê Şengalê bûye destpêkeke nû di meşa azadî û xweseriya Şengalê de.

Weke tê zanîn Meclîsa Avaker a Şengalê di Çileya sala 2015’an de li Çiyayê Şengalê hate îlankirin. Bi rastî jî ew serdem, ji bo civaka Êzidî serdema zivistanê bû, em di rojên giran ên fermanê re derbas dibûn û em bi qirkirinê re rû bi rû bûn. Meclîsa Avaker, di Çileya Zivistanê de bi pêşengiya 27 kesan ku di nav de Mam Zekî, Mam Beşîr û Ş.Berxwedan jî hebûn li Çiyayê Şengalê weke hêviya hebûna civaka Êzidî hate avakirin. Ev 8 sal in bi pêşengiya şehîdên qehreman ev hêviya vegera li Şengalê û parastina hebûna civaka Êzidî roj bi roj mezin bûye û êdî em hatine merheleya xweserî û azadiya Şengalê. Û em ji rojên zivistanê ber bi rojên biharê ve diçin, wate em hatine wê merhelê ku azadiya Şengalê bi her awayî bidest bixin. Rast e, gelek kêm û kurtiyên me, kêmasiyên me hene. Lê meşa 8 salan a têkoşîna Rêveberiya Xweser xwe gihandiye merheleyeke pir girîng ku divê em bigihînin serkeftinê.

Bê guman ev meşa 8 salan pir hişk û bi bedelên giran derbas bûn. Ji Meclîsa Avaker heya roja me ya îro pêşengên pergala Rêveberiya Xweser hatin hedefgirtin. Ev êrîş ji Mam Zekî destpê kir heya Şehîd Merwan Bedel berdewam kir. Em beriya her tiştî bi minetdarî şehîdên xwe bibîr tînin ku em gîhandine vê rojê. Jixwe di kongrê de jî me der barê şehîdên xwe yên pêşeng de biryarên girîng girtin da ku em li ser xeta wan karibin xurtir bimeşin.

Kongreya Meclîsa Avakar bû hêviya vegera gelê me li Şengalê û bi keda şehîdan bi sedhezaran gelê me vegeriya ser axa xwe ya qedîm û pîroz, Şengal û Ezdayetî careke din şîn û geş bû. Em bi hêvî bawer in ku wê 5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bibe cihê hêviya mîsogerkirina azadî û xweseriya Şengalê. Meclîsa Avaker ku bi 27 endaman dest bi karê avakirina pergala Rêveberiya Xweser kir, îro roj xwe gihandiye meclîseke ji 101 endaman ku hemû pêkhateyên Şengalê tê de cih digirin. Meclîsa Avaker ku li Çiyayê Şengalê dest bi kar kir îro şaxên xwe li hemû deşta Şengalê jî vedaye. Meclîsa Avaker ku hêviya hebûna civaka Êzidî bû îro bûye hêviya hemû gelen Şengalê û Deşta Nînowayê. Bi cewherî, keda şehîdên me û gelê me bi avê re neçûye, ev ked û bedel em gîhandine wê merhelê ku em ji hemû Iraqê re bibin mînakeke baş a jiyana azad û demokratik.

Li ser vê esasê me di 5’emîn Kongreya xwe de cara yekemin Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser jî pêşkeş kir. Ev hevpeyman, hedef û armancên me xurtir û zelaltir kiriye, îddia û baweriya me mezintir kiriye. Me di hevpeymannê de jî destnîşan kiribû ku Rêveberiya Xweser a Şengalê, ne tenê pergaleke civakî û siyasî ye, her wiha pergala parastina hebûna civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê ye.

Me di kongrê de, hêvî û bendewariya xwe careke din destnîşan kir ku em dixwazin bi dewleta Iraqê re pirsgirêkên xwe bi riya diyalog û hevdîtinan, li ser esasê Şengala Xweser û Iraqa demokratik çareser bikin. Iraq, bi îdareya dewleteke federal tê rêvebirin, destûra bingehîn a Iraqê ji bo pêşxistina rêveberiyên herêmî ne girtî ye. Li ser vê esasê, em careke din dibêjin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê mînaka herî baş û berbiçav a pêkanîna vê destûrê ye. Şengala Xweser û Iraqa demokratîk du rastiyên esasî yên bi hev ve girêdayî ne ku bêyî hevûdû nabin. Rêveberiya Xweser a Şengalê zemîna avakirina Iraqa demokratîk û li ser vê esasê parastina yekîtîya demokratîk a Iraqê ye. Li ser vê esasê lazim e hebûna Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliye Iraqê û hemû hêzên herêmî û navneteweyî ve were famkirin û qebûlkirin. Lazim e dewleta Iraqê jî li gor destûra xwe vê mafê rewa nas û qebûl bike.

Kongreya me her wiha bû bersiveke xurt li dijî êrîşên li ser Şengalê. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji bo pergala Rêveberiya Xweser hilweşînin çi ji destê wan hate kirin. Bi taybet di du salên dawî de di êrîşên xwe de ti sînorên siyasî, civakî û exlaqî nas nekirin. Di şexsê Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel de pergala me hate hedefgirtin. Meclîsên gel ên Xanesorê û Sinûnê hatin teqandin, bi destê sîxuran û Dijminê Kokê êrîşî pêşengên me, sazî û dezgehên me kirin. Me di du salên dawî de ji bo parastina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê têkoşîneke pir giran meşand, me bedelên giran dan. Lê me karî em pergala xwe biparêzin, êrîşan bişkînin. Lidarxistina vê kongrê nişan da ku dijminên gelê me têk diçin û em biser dikevin.

Em îro dibinin ku ne tenê bi riya êrîşên leşkeri, her wiha bi lîstikên qirên ên siyasî dixwazin pergala Rêveberiya Xweser ji hev belav bikin. PDK bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker şev û roj li dijî Şengalê kar dike. Bi taybet di demen dawî de hewl didin Peymana 9’ê Cotmehê careke din bixin meriyetê. Ji bo van hedefên xwe yên qirêj, dixwazin Meclîsa Ruhanî û Saziya Mîrîtî jî bikar bînin. Bi destê hin kes û aliyan hewl didin li dijî meclîsa gel, meclîsek ku di berjewendiya dijminên civaka Êzidî de ye ava bikin. Weke dayikên me yên pîroz di kongrê de anîn ser zima: ‘Kesên ji Şengalê reviyan nikarin li ser navê Şengalê bipeyivin. Şengal a şehîdan e, ne ya kesî din e’.

Kongreya me di meha Nîsanê de, di meha herî pîroz de hate lidarxistin. Em hêvî dikin ev kongre bibe wesîleya tifaq, serkeftin û azadiya Şengalê. Gelek şexsiyet û aliyên siyasî jî beşdarî kongreya me bûn, hêz û quwetê dan me. Em bi hêvî û bawer in ku emê di dema pêş de yekîtî û tifaqa civaka Êzidî û tifaqa gelan ji her demê xurtir bikin. Eger em siyaset û nêrîneke hevbeş bi hemû aliyên siyasî û civakî re pêş bixin, em bawer dikin ku emê îradeya civaka Êzidî bi Iraqê jî bi hemû cîhanê jî bidin qebûlkirin. Kongreya me zemîn û derfetê yekîtî û tifaqê jî ji her demê xurtir kiriye.  Vegera gel li Şengalê, ji nû ve avedaniya Şengalê, xwedîderketina li îradeya Şengalê berpisyariya hemû hêz û aliyên siyasî û civakî ye. Bi wesîleya kongrê re, em careke din bang li hemû gelê xwe yê koçber, bi taybet jî yên li kampên PDK’ê esîr hatine girtin dikin ku rojeke zûtir vegerin ser axa xwe da ku em Şengalê bi hev re xweş û geş bikin.

Li ser vê esasê em careke din hemû beşdarên kongrê silav dikin, vê kongrê li şehîdan, li malbatên şehîdan, hemû gelê xwe û li Rêber abdullah Ocalan pîroz dikin ku ev fikir û hêza avakirina pergala Rêveberiya Xweser dane me. Em bang li hemû gelê xwe jî dikin ku ji her demê zêdetir xwedî li Rêveberiya Xweser a Şengalê derkevin, em bi hemû hêz û quweta xwe ber bi azadiyê ve bimeşin. Û em careke din soz didin gelê xwe ku emê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin, Şengala xweser û azad ava bikin."