​​​​​​​Gelo bidawîbûna serweriya dolar a li ser aboriya cîhanê nêzîk bûye?

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser aloziya li pêşberî dolarê Amerîkayê got “Divê Ewropa li derveyî sînorê herêmê girêdana xwe ya bi dolarê amerîkî ve kêm bike.” Gelo nîşaneyên vê yekê çi ne?

​​​​​​​Gelo bidawîbûna serweriya dolar a li ser aboriya cîhanê nêzîk bûye?
16 nîsan, 2023   02:36
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana xwe ya li paytexta Çînê Pekînê bal kişand ser aloziya li pêşberî dolarê Amerîkayê. Macron ji dewletên Ewropayê xwest ji derveyî herêmê ve girêdana xwe ya bi dolarê amerîkî ve kêm bikin. Serokê berê yê DYAʹyê Donald Trump di dawiya hefteya borî de li eyaleta Florîdayê li pêşberî girseyê xîtabek da. Trump hişyarî da ku nirxê dolarê amerîkî hilweşe û DYA ku hêzeke mezin a cîhanê ye, bikeve metirsiyê.

Hinek kes xîtaba Trump wek xefkeke siyasî li dijî pergala Jeo Biden wesif dikin. Lê dibe heta astekê jî ev axaftin di cih de be, nemaze piştî ku Brezîlyayê (mezintirîn aboriya Amerîkaya Latîn e) biryar da ku dê bi bazirganiya xwe ya bi Çînê re diravê Çînê yuanê bi kar bîne, ku salane bi qasî 150 milyar dolar e.

Ajansa nûçeyan a Xinhua ya Çînê ragihand ku li gorî Banka Navendî ya Brezîlyayê, yuan mezintirîn pereyê yedek li Brezîlyayê ye ku euro derbas kiriye.

Hin dewletên Kendavê mîna Îmarat û Erebistana Siûdî ku hevkarê dîrokî yê DYAʹyê ne, êdî di têkiliyên bazirganiyê de diravên derveyî dolar bi kar tînin. Di dawiya Adara borî de, Çînê mûameleya yekemîn a kirîna gaza xwezayî ji Îmaratê bi dawî kir û gaz li şûna bi dolar bi pereyên xwe kirî.

Wezîrê diravî yê Erebistana Siûdî Mihemed El Cedan di Çileya borî de ragihand ku welatê wî di tevgerên bazirganiyê de dikare bi pereyên din re bide û bistîne.

Li gorî çavdêran, dibe ku dolar di dema bê de serweriya xwe ya li bazarên cîhanê ji dest bike, ji ber ku gelek dewlet dixwazin ji ebeya Amerîkayê derkevin. Di heman demê de ji ber ku Rûsya û Çînê hewl didin pergaleke nû ya global a pirqutib ava bikin da ku hegemoniya DYAʹyê li ser cîhanê bi dawî bikin.

ŞERÊ ABORÎ

Li ser mijarê pispor, şêwirmendê aborî û serokê Foruma Pêşketin û Nirxa Zêdekirî li Misrê Dr. Ehmed Xizêm diyar kir ku cewherê şerê Rûsya û Ukraynayê beriya ku leşkerî û ewlehî be, aborî ye.

Ehmed Xizêm ji ANHAʹyê re axivî, got: ʹʹŞerê Rûsya û Çînê bi lihevkirina bi temamî ya li gel Çînê re bû. Armanc jê ew e ku cîhaneke nû ya pirqutib ava bike. Her wiha ev şer gavek ji bo temamkirina BRICS ye da ku hevengiyê li cîhanê pêk bê.ʹʹ

Xizêm di dewama axaftina xwe de got: ʹʹSaziyên BRICS êdî hebûna xwe ya cîhanî dide xuyakirin û Çînê karîbû beşeke mezin ji aboriyên Afrîkayê kontrol bike, her wiha beşeke mezin ji bazirganiya bi Ewropayê re kontrol bike, di encamê de Çînê amade ye da ku pereyê xwe yuan li ser cîhanê ferz bike.ʹʹ

Li gorî pisporê misirî Xizêm, şerê Rûsya û Ukraynayê gava pêşîn a bidawîkirina serweriya dolar a li ser berzirganiya cîhanê ye, lê mijar girêdayî demê ye, nexasim piştî ku gelek dewletan di têkiliyên xwe yên bazirganiyê de bikarnaîna yuan ragihand. Tevî cezayên DYAʹyê yên li ser Rûsyayê robel bûye beşek ji dan û standinên bazirganiyê yê navneteweyî.

Ehmed Xizêm destnîşan kir, di demekê de dolar nirxê xwe ji dest dide û di qada cîhanê û herêma euroyê de lawaz dibe, yuan a Çînê niha dikeve serdema belavbûnê. Xizêm got, di nava 5 heta 10 salan de wê yuan û robel bibin diravên herî girîng li cîhanê û di encamê de dê dolar bi rêjeyeke mezin serweriya xwe ji dest bide.

ʹÇARENÛSA DOLAR NE DIYAR Eʹ

Mamosteyê aborî yê Akademiya Sadat a Zanistên Rêveberiyê ya li  Qahîrayê û hîndekarê li Zanînageha Aborî ya Rûsyayê ya li Balkhanov Dr. Nûr Neda ji ANHAʹyê re axivî û got, hemû nîşaneyên pergala diravî ya global didin diyarkirin ku dolarê amerîkî di tevgerên bazirganiyê yên navneteweyî de lawaz bûye û ji sedî 80 bûye ji sedî nêzî 55.

Nûr Neda destnîşan kir ku Misir yek ji dewletên ku girêdana xwe bi dolar ve kêm kiriye ye da ku têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi cîhana derve re baş bike.

Neda got, serdema dolar a ku ji piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pergala diravî ya global kontrol dikir, ber bi çarensûeke ne zelal ve diçe, di encamê de dê rola DYAʹyê di rêvebirina pergala aborî ya global de lawaz bibe.

Mamoste Nûr Neda îşaret bi vê yekê kir ku 9 welatên sereke yên hilbirandina petrolê roja yekşemê 2ʹyê Nîsana 2023ʹyan ragihandin ku dê ji Gulana 2023ʹyan ve hilbirandina petrolê kêm bikin. Her wiha got: "Dibe ku di çend rojên bê de hinek dewletên din hilberandina petrolê kêm bikin. Ev yek dê bandoreke mezin li qada aborî ya DYAʹyê û nirxê dolar di qada cîhanê de bike."

(bb)

ANHA