​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Hesekê ragihand ku wê, projeya ronîkirina kolanên sereke û şaxî yên navçeya Holê bi dawî kiriye.

​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû
​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû
​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû
​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû
​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû
​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû
​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû
​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû
​​​​​​​Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû
15 nîsan, 2023   14:33
HESEKÊ

Desteyê, di civîna ku li hola navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeyê de li dar ketiye, bidawîkirina projeyê ragihand.

Di civînê de nûnerên Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê û Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê, saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên navçeya Holê ya kantona Hesekê beşdar bûn.

Destpêkê hevserokê desteyê, Silêman Ereb bidawîbûna projeyê pîroz kir û destnîşan kir ku ev proje ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê, gelek girîng e.

Di dawiya civînê de şêniyên navçeyê spasiya aliyan kir ku çavdêriya projeyê kirine.

Di projeyê de, 167 stûn û 183 çire hatin bicihkirin ku bi rêya stasyonên kehrebeyê yên navçeyê, tê vêxistin.

(şx)

ANHA