Meclisa Girê Spî ji bo parastina çandiniyê ji şewatan maseya krîzê ava kir

Meclisa Kantona Girê Spî ji bo parastina çandiniyê ji şewatan, maseya krîzê ava kir.

Meclisa Girê Spî ji bo parastina çandiniyê ji şewatan maseya krîzê ava kir
15 nîsan, 2023   10:51
EYN ÎSA

Di çarçoveya xebatên parastina çandiniyê ji şewatan de, Meclisa Kantona Girê Spî civînek li dar xist. Nûnerên komîteyên çandinî, şaredarî, meclisên navçeyan, komîteyên parastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di civînê de amade bûn.

Di civînê de ji bo rêgirtina li ber şewitandina zeviyên çandiniyê girîngiya xurtkirina xebatê hate destnîşankirin û maseya krîzê hat avakirin.

Her wiha ji Komîteya Şaredariyan hate xwestin di dema çinînê de tîman amade bike, karê xwe bi nobedarî 24 saetan bi rêxistin bike, erebeyekên agirkujiyê û tankarên avê peyda bike ku di rewşên şewatan de amade bin.

Li gorî daneyên Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî, li gelemperiya kantonê derdora 25 hezar hetkar bi genim û ceh hatiye çandin.

(bb)

ANHA