​​​​​​​Polîsên Tirk êrişî Dayikên Şemiyê kir

Dema Dayikên Şemiyê xwest li Qada Galatasarayê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin, polîsan Tirk êrişî dayikan kir û gelek dayik destgîr kirin.

​​​​​​​Polîsên Tirk êrişî Dayikên Şemiyê kir
15 nîsan, 2023   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Şemiyê di hefteya 942'yemîn a çalakiya xwe de bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û daxwaza darizandina kiryaran bikin, xwestin li Qada Galatasarayê ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê daxuyaniyê bidin.

Beriya çalakiya dayikan polîsan qada çalakiyê bi wesayîtên destgîrkirinê yên zirxî dorpêç kiribû û daxuyanî asteng kir.

Polîsan nehişt dayikên li Qada Galatasarayê hatine cem hev, daxuyaniyê bidin û piştre Dayikên Şemiyê destgîr kirin.