​​​​​​​ʹMe pîrozbahiya cejnê ji bîr kiriyeʹ

Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re piraniya malbatên ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê  de dijîn, nikarin cilan û şêraniyan bikirin. Welatiyekê diyar kir ku wan pîrozbahiya cejnê ji bîr kiriye

​​​​​​​ʹMe pîrozbahiya cejnê ji bîr kiriyeʹ
15 nîsan, 2023   01:57
HELEB –NESRÎN ŞÊXO

Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re piraniya welatiyên ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de dijîn, nikarin pêwîstiyên cejnê bikirin. Sedema vê yekê kêmbûna mûçeyan û aloziya aborî ya ku hikumeta Şamê heta niha nikarî çareser bike. Welatiyên din jî pişta xwe didin alîkariyên ku xizmên wan ên li derveyê Sûriyeyê ji wan re dişînin.

Welatiya (R. B) ya li Helebê ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, li ser amadekariyên cejnê got: "Îsal wekî salên berê ye. Atmosfêra cejnê li mala me tune ye."

(R.B) destnîşan kir ku mûçeyên hevjînê wê têra pêwîstiyên malê nakin heta ku têra cejnê bike û wiha domand: "Mûçeyê hevjînê min 109 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Ev mûçe têra pêwîstiyên me nake. Me pîrozbahiyên cejnê ji bîr kiriye"

(R.B)  anî ziman ku alîkariyên ku xizmên wê yê li derveyî Sûriyeyê jê re dişînin rêya yekane ye ku dilê zarokên wê xweş bike û got: "Ev çend sal e  mûçeyê hevjînê min ji me re nebûye jêdera sereke ya debara me. Ne ji alîkariyên ku ji derve ji me re tên bûya me nedikarî tiştekî bikirin."

(bb)

ANHA