​​​​​​​Jinên ji Rojhilat û Îranê bi anîmasyonekê piştgirî da Partiya Çep a Kesk

Jin û hunermendên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya Partiya Çep a Kesk anîmasyonek amade kir.

​​​​​​​Jinên ji Rojhilat û Îranê bi anîmasyonekê piştgirî da Partiya Çep a Kesk
14 nîsan, 2023   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Jin û hunermendên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştgiriyê bidin kampanya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, fîlmekî anîmasyonê amade kir.

Di anîmasyonê de jin dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' berz dikin û dara ku bi meşa jinan şîn dibe, vediguhere logoya Partiya Çep a Kesk.

Dawiya anîmasyonê de peyama "Em hevrêyên Jîna Emînî ne" tê dayîn.