​​​​​​​Dewleta Tirk di dagirkirina xaka Sûriyeyê de bi israr e

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker got dewleta Tirk şertê vekişîna ji xaka Sûriyeyê yê ji bo muzakereyan, qebûl nake.

​​​​​​​Dewleta Tirk di dagirkirina xaka Sûriyeyê de bi israr e
14 nîsan, 2023   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu got welatê wî tu şertên ji bo pêkanîna dan û standinên yekser a bi hikuemta Şamê re; vekişîna hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê, qebûl nake.

Çavuşoglu duh ji dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk a dagirker re got têkiliyên bi Sûriyeyê re di pêşerojê de pêkan in, lê hîna gelek xebat ji bo vê yekê tên xwestin û şertê vekişîna ji xaka Sûriyeyê ji bo dan û standinan qebûl nakin.

Hemwextî vexwendina Çavuşoglu ji wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re, Çavuşoglu got dewleta Tirk hêzên xwe ji Sûriyeyê venakişîne.

(fr)