Rojnameyên erebî: Li Erebistana Siûdî civîna vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî, nakokiyên li Sûdanê û têkiliyên Misir-Tirkiyeyê kir.

Rojnameyên erebî: Li Erebistana Siûdî civîna vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî
14 nîsan, 2023   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset li ser dosyaya vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî wiha nivîsand: "Di demekê de çav li civîna şêwirê ya wezaretên karên derve yên dewletên Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê ya li Cedayê ye, çavkaniyên erebî diyar kir ku dê di civînê de biryara vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî û beşdariya wê di lûtkeya Ereban ya li Riyadê de bên nîqaşkirin.

Dîplomatekî da zanîn ku biryara vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî hîna di dema gihandinê de ye û di şêwirên li gelek paytextên Ereban de atmosfereke erênî heye.

Serokê Yekîneya Lêkolînên Erebî û Herêmî ya Navenda Ehram a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr. Mihemed Iz El Ereb civîna li Cedayê ya der barê biryara Ereban a vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî wek civîneke dîrokî wesif kir û got atmosfer ji her demê baştir e ku Sûriye beşdarî lûtkeya Ereban a li Riyadê bibe.”

′HEWLDANÊN ASTENGKIRINA KRÎZA DI NAVBERA ARTÊŞA SÛDANÊ Û HÊZÊN PIŞTGIRIYA LEZGÎN DE′

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsand: "Şerê daxuyaniyan ê di navbera artêşa Sûdanê û ‘Hêzên Piştgiriya Lezgîn’ de, hêzên hundirîn, yên derve û gelek tevgerên çekdar aciz kirin.

Duh, 3 serokên tevgerên çekdar ragihand ku hewl didin nakokiya di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi dawî bikin. Navên wan her sê serokan wiha ne; serokê Tevgera Artêşa Rizgariya Sûdanê Menî Erko Menawî, serokê Tevgera Edil û Wekheviyê Cibrîl Îbrahîm û serokê Tevgera Gel-Bakur Malik Eqar.

Aliyên siyasî anî ziman ku ger guleyek ji aliyekê ve were avêtin, dê bi xwe re gelek pirsgirêkên xeternak li ser welat û dewletên cîran çêke.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji bandorên vê senaryoyê metirsîdar e û amadekariya xwe ji bo bersivdana hewldanên navbeynkariyê nîşan da."

′MISIR Û TIRKIYE AMADEKARIYA CIVÎNEKE SEROKAN DIKIN′

Li ser têkiliyên Misir-Tirkiyeyê rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Wezîrên karên derve yên Misir û Tirkiyeyê duh li Enqereyê eşkere kir ku wan gav li ser asta têkiliyên di navbera her du welatan de avêtine. Dê ev gav bibe sedem ji bo civîna serokên her du dewletan.

Di vê çarçoveyê de wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî got ji bo başbûna têkiliyên dîplomatîk lihevkirinek hatiye çêkirin û dê di demeke guncaw de bê ragihandin. Niha jî amadekarî ji bo lidarxistina civîneke di navbera serokên her du dewletan de tê kirin.

Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Misirê di civînên xwe de têkiliyên dualî, hevkariya aborî, dosyayên herêmî, navneteweyî û dosyayên Lîbya û Sûriyeyê nîqaş kirin."

(fr)