​​​​​​​‘Kesên Harûn radestî Tirkiyeyê kir dê hesab bidin′

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho diyar kir ku yên gerîla Harûn Elbak radestî dewleta Tirk a dagirker kir, dê hesab bidin û got tu ferq di navbera wan û ENKS′ê de tune ye.

​​​​​​​‘Kesên Harûn radestî Tirkiyeyê kir dê hesab bidin′
14 nîsan, 2023   04:36
KOBANÊ

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho ji ajansa me re axivî û teslîmkirina gerîla Harûn Elbak ji dewleta Tirk a dagirker re bi destê komeke cerdevanan li navçeya Hezexê yê Şirnaxê ya Bakurê Kurdistanê, şermezar kir.

Adil Hec Kerho wiha got: "Ew karekî tirsonak û sûcekî nû ye li sicîla reş a cerdavanan zêde dibe. Ew cerdevan di destê dewleta Tirk a dagirker li hember Kurdan û ji bo parçekirina Kurdistanê çek in."

Kerho wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di salên dawîn de siyasetên xwe guhartin û êdî kesên xwefiroşên Kurd li hember hêzên gerîla û gelê Kurd ê li tevahî Kurdistanê bi kar tîne. Tu ferq di navbera wan û ENKS′ê de tune ye, ji ber ku çeteyên dewleta Tirk in û xizmetî berjewendiya wan dikin."

Kerho da zanîn ku piştî dewleta Tirk a dagirker di çiyayên Kurdistanê de bi bin ket, çekên kîmyewî li pêş çavên cîhanê ku bê deng e, bi kar anîn. Ev yek nîşaneya komployeke mezin e.

Kehro bang li gelê herêmê kir ku pişta xwe nedin kesî, ji ber ku yên Kurdistan parçe kiriye, ne pêkan e biparêze, tenê bila pişta xwe bidin hêzên gerîla ku wan diparêzin û zirarên mezin didin dewleta Tirk a dagirker.

Adil Hec Kerho di dawiyê de wiha got: "Îxanet, bandorê li têkoşîna gerîla nake, ji ber ku gel li pişta wan e."

(fr)

ANHA