​​​​​​​Salek piştî êrişên 14`ê Nîsanê

Artêşa Tirk a dagirker ji 14`ê Nîsana 2022`yan heta niha 13 hezar û 955 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî, balafir û helîkopterên şer, tank, topan êrişî Herêmên Parastina Medya kirin. Gerîlayên azadiyê jî di dîroka Kurdistanê de cara yekem berxwedanek evqas domdirêj û destanî nîşan da, dagirker neçarî revê kirin.

​​​​​​​Salek piştî êrişên 14`ê Nîsanê
13 nîsan, 2023   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN-CANÊ XEMGÎN

Artêşa Tirk a dagirker ku ji sala 1983`yan ve êrişî Herêmên Parastina Medya dike, ji sala 2017`an ve plana dagirkirinê pêk tîne. Erişên bi vê mebestê li herêma Xakurkê dawiya 2017`an dest pê kirin, di salên piştre jî berdewam kirin. Erişên herî berfireh û domdar jî di salên 2021-2022`yan de pêk hatin.

Di Sibata 2021`an êrişî herêma Garê kir û xwest ku bi vê yekê re hemû herêmên din jî bigire ber xwe û dagir bike. Lê berxwedana ku gerîlayên azadiyê nîşan daye planên wan têk birin û bi ser neketin. Piştî vê têkçûnê artêşa dagirker heman salê li hemberî herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê êrişên berfireh ên dagirkeriyê dan destpêkirin. Di van êrişan de plan dikir ku tevahî Herêmên Parastina Medya dagir bike. Lê gerîlayên azadiyê ev plan jî têk birin û artêşa dagirker neçar hişt ku ji gelek cihan bireve.

Dewleta dagirker ku hemû hebûna xwe li ser tunekirina tevgera azadiyê û destkeftiyên gelê Kurd ava kiriye, di sala 2022`yan de jî xwest vê plana xwe pêk bîne. Bi vê mebestê 14`ê Nîsana 2022`yan li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên berfireh ên hewayî, 17`ê Nîsanê jî ligel êrişên hewayî êrişên bejahî dan destpêkirin.

Îro salek di ser van êrişan re derbas dibe. Dagirkeran dîsa plan kiribû ku di nava 3 mehan herêmê tevahî dagir bike û piştre jî hemû parçeyên Kurdistanê bixe bin serweriya xwe. Lê hêzên gerîla û gelê Kurd li hember van êrişan jî berxwedanek destanî nîşan da û plan têk birin, artêşa dagirker dîsa ji gelek cihan reviya. Her çiqasî KCK`ê ji ber erdheja 6`ê Sibata 2023`yan biryara bêçalakiyê dabe jî, êrişên dagirkeriyê berdewam dikin.

Di nava salekê de encamên ku derketine holê rastiya dagirkeriyê û berxwedana dîrokî û encamên wê raxistine ber çavan.

'NE OPERASYON, ŞEREKÎ MEZIN E'

Li gorî daxuyaniya Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan a di 21`ê Nîsana 2022`yan de, êrişan bi awayekî fîlî di 14`ê Nîsan de dest pê kiribû. Kararilan wê demê wiha gotibû: “A rast mirov dikare bibêje di 14’ê Nîsanê de ev êriş dest pê kiriye, ji ber ku beriya wê bi qasî sê rojan êrişên hewayî dest pê kir û ev qad hatin bomberdûmankirin. Di lîteratura leşkerî de jê re dibêjin ‘Nermkirin’. Ji bo ku hedefên li ber xwe qels bikin, êrişên dagirker kirin. Piştre jî di 17’ê Nîsanê de bi şev ji aliyê başûr û bakur êriş kirin. Hewl dan leşkerên xwe ji hewayî ve deynin erdê. Ev ne operasyon e, ev şerekî mezin e.”

ÊRIŞÊN KÎMYEWÎ

Artêşa dagirker di êrişên dijî qadên berxwedanê de, bikaranîna çekên kîmyewî zêde kir. Ji bilî balafirên şer, helîkopterên êrişê, obus, hawan, tank û çekên giran, qadên gerîla bi çekên kîmyewî, bombeyên qedexekirî, çekên nukleerî yên taktîkî, bombeyên fosforê û bombeyên termobarîk jî bombebaran kirin.

Li gorî bîlançoyên ku HPG`ê parve kirine, ji 14`ê Nîsana 2022`yan û heta destpêka Nîsana 2023`yan artêşa dagirker 3 hezar û 727 êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî pêk anîne.

BÎLANÇOYA ŞER A 2022`YAN

NPG`ê di 2`yê Çileya 2023`yan de bîlançoya sala 2022`yan a şerê destanî yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê parve kir.

Li gorî bîlançoyê, “Artêşa dagirker 3280 êrişên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 4527 êrişên bi balafirên şer û 5701 êrişên bi helîkopteran pêk anîn. Gerîlayên azadiyê 3034 çalakî kirin, di encamê de 2942 dagirker hatin cezakirin, 408 dagirker jî birîndar bûn. 301 gerîla şehîd bûn.”

BIRYARA BÊÇALAKIYÊ

Di 6`ê Sibata 2023`yan de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdhej çêbûn û veguherîn karesateke mezin. Di encamê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya erdhejê, di 9`ê Sibatê peyamek da û bang li hemû hêzên leşkerî kir ku çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin û got : “Heta dewleta Tirkiyeyê, êrîş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.”

Fermandariya Biryargeha NPG’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevlî banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya “rawestandina çalakiyên leşkerî” dibin û ew ê pêdiviyên wê bi pratîkkê bi cih bînin.

Di 28`ê Adara de jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK`ê Besê Hozat anî ziman ku wê biryara bêçalaktiyê di pêvajoya hilbijartinên li Tirkiyeyê de jî dewam bike.

GERÎLA DI POZÎSYONA PARASTINÊ DE NE, LÊ ÊRIŞ NESEKINÎNE

Lê tevî biryara bêçalakiyê, êrişên bi balafiran, çekên giran, bombeyên qedexe û çekên kîmewyî yên artêşa Tirk a dagirker li dijî çeperên gerîla dewam dikin.

Li gorî bîlançoyên mehên Çile, Sibat û Adarê yên HPG`ê eşkere kirine, ji serê salê (2023) û heta destpêka meha Nîsanê, artêşa dagirker 447 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êriş kiriye.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ

Li hember sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiyê yên wekî bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexe jî civata navneteweyî û rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî xwe ker, kor û lal kirine û hesab ji dewleta Tirk naxwazin.

(a)

ANHA