​​​​​​​Wezîrekî berê yê hikumeta Şamê hat destgîrkirin

Wezîrê bazirganiya hundirîn û parastina mezêxeran a hikumeta Şamê yê ji berê Emro Salim bi tawana dan û standina bi îstîxbarata Amerîkayê re, hat destgîrkirin. Piştre hate eşkerekirin ku têkiliyên wî di dozên gendelî û karên biguman de heye.

​​​​​​​Wezîrekî berê yê hikumeta Şamê hat destgîrkirin
11 nîsan, 2023   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji rojnameya El Mudun a Lubnanê da zanîn: “Rejîma Sûriyeyê wezîrê berê yê Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran Emro Salim ji bo lêpirsîna têkildarî dan û standina bi îstîxbarata Amerîkayê re destgîr kiriye. Di encama lêpirsînan de hat eşkerekirin ku têkiliya wî bi dozên gendelî û girêbestên biguman re heye.”

Beşar Esed di dawiya Adara borî de biryarek dabû, li gorî wê Salim ji erka wî xistibû û li şûna wî birayê balyozê berê yê li Lubnanê Muhsin Ebdulkerîm erkdar kiribû. Her whia 4 wezîrên din ku di nav de wezîrê petrolê jî hebû, guherandibûn.

Çavkaniyekî ji Şamê re got Esed serokê Nivîsgeha Ewlehiya Nîştimanî Elî Memlûk ji bo çavdêriyê lêpirîsnkirina bi Salim re erkdar kir. Salim bi tawana têkiliya bi îstîxbarata Amerîkayê û ajantiya wan, her wiha girêdana wî bi girêbestên biguman û gendelî û dizînê re ji peywirê hatibû xistin.

Çavkanî diyar kir komeke Nivîsgeha Ewlehiya Nîştimanî bi ser mezreya Salim a li herêma Sebûra ya li gundewarên Şamê de girtiye û nêzî 800 milyon dolar û 6 milyar lîreyê Sûriyeyê, 2 kîlo zêr (eyar 21) desteser kirine.

Li ser wê yekê ew hat destgîrkirin û tevî tiştên pê re hatine desteserkirin, ew ji bo lêpirsînê birin Nivîsgeha Ewlehiya Nîştimanî ya li herêma Kefer Sosê. Piştre hate eşkerekirin ku Salim di nîvê Gulana 2022′yan de 2 milyon dolar revandine Îmaratê û bi navê hevjîna xwe Ebîr Bîtar xistine Banka Dûbay.

Her wiha çavkanî anî ziman ku Esed wezîrê darayî Kenan Yagî beriya 2 hefteyan erkdar kir ku komîteyekê ji bo şopandina girtina pereyên Salim ava bike û raporekê li ser mal û milkên wî amade bike û ji Esed re bişîne.

Cîgirê gerînendeyê Ewlehiya Neteweyî Hesen Zerîf giştînameyek ji bo tevahî deriyên sînor derxist ku nabe malbata wezîr Salim derkeve derveyî Sûriyeyê.

(fr)