Di êrişa nîjadperestên Tirk de Kurdek hate qetilkirin 

Li bajarê Çanakkaleyê nîjadperestên Tirk êrişî malbateke Kurd kir. Piştî êrişê cendirmeyên Tirk berê xwe da gundê malbat lê dijî û endamê malbatê Yavuz Cabir bertek nîşan da. Cendirmeyên Tirk Yavuz Cabir gulebaran kir û qetil kir.

Di êrişa nîjadperestên Tirk de Kurdek hate qetilkirin 
11 nîsan, 2023   10:24
NAVEDA NÛÇEYAN

Malbata Cabir ku beriya 15-16 salan ji Wanê koçî bajarê Çanakkaleyê yê li rojavayê Tirkiyeyê kiriye, li gundê Civerê ku lê bi cih bûne, rastî êrişa nîjadperest hat.

Li gorî nûçeya SerhatNewsê, şêniyekî gund ku dijminatiyê li malbatê dike, Yavuz Cabir ji 10 cihan kêr kir.

Parêzera malbatê Zîlan Leventoglu diyar kir ku Yavuz Cabir bi birîndarî hatiye malê û gazî cendirme û ambulansê kiriye. Di navbera cendirmeyên çûne cihê bûyerê û ciwanên malbata Cabir de nîqaş çêbûye. Dûre cendirmeyan êriş li malbatê kiriye û cendirmeyekê gule Cabir reşandine.

Dema Yavuz Cabir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çanakkaleyê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku cendirmeyan gelek îşkence li ferdên malbatê kiriye û li şûna nexweşxaneyê birine qereqola polîsan.

Ji bo zarokên Yavuz Cabir; Omer Cabir û Yucel Cabir 48 saetan biryara destgîrkirinê hat dayîn û îfadeyên dayik û keçen wê dewam dikin.

Parêzera malbatê Leventoglu diyar kir ku rewş pir cidî ye û wiha got: "Cendirmeyan gelek caran gule li ferdên malbatê reşandin, bav kirin hedef. Ji bilî gulereşandina bi çekan, cendirmeyan gelekî li wan xistiye."

Her wiha parêzer Leventoglu serî li Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Çanakkaleyê da.