Heyva Sor a Kurd pakêtên xwarinê belav dike

Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi Însiyatîfa "Bersiva hêviyê di dayîna we de ye" kir. Însiyatîf dê hezar pakêtên xwarinê li malbatên xizan belav bike.

Heyva Sor a Kurd pakêtên xwarinê belav dike
11 nîsan, 2023   09:45
QAMIŞLO

Însiyatîf û alîkariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya meha Remezanê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Heyva Sor a Kurd Însiyatîfa "Bersiva hêviyê di dayîna we de ye" da destpêkirin. Bi wê re zekat û fitreyan dê bike alîkarî û bi rêya meclisan li malbatên xizan belav bike.

Heyva Sor a Kurd dê hezar pakêtên xwarinê li malbatên xizan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bike.

Însiyatîfê li Qamişloyê dest pê kir. Her wiha însiyatîfê bi koordînaya Rêxistina Nûdem û meclisa Qamişloyê re 100 pakêtên tê de birinc, savar, şeîre, çay, zeyt, xwê, ard û nisk hene, li malbatan belav kirin.

Dê însiyatîf belavkirina pakêtên xwarinê heta 15′ê Nîsanê bidomîne.

(fr)

ANHA