Parêzeran careke din serî li dozgeriyê da

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzeran careke din serî li dozgeriyê da
11 nîsan, 2023   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne girtin serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal pitşî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlên xwe bibînin. Ji hingî ve parêzer nikarin muwekîlên xwe bibînin.