​​​​​​​Li Helebê belavkirina alîkariyan didome

Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine, li şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên belavkirin.

​​​​​​​Li Helebê belavkirina alîkariyan didome
10 nîsan, 2023   13:06
HELEB

10 kamyonên alîkariyên mirovî yên ku xelkê Silêmaniyê kom kirine, di 5ʹê Nîsanê de gihaştin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Alîkarî mehekê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibûn astengkirin.

Di 6ʹê Nîsanê de komîteya têkildar dest bi belavkirina alîkariyan kir. Belavkirin dewam dike û rojane alîkarî li 400 malbatan tên belavkirin.

Endama komîteyê Necwa Mihemed li ser belavkirina alîkariyan got: "Me kamyonên alîkariyan wergirtin ku xelkê Silêmaniyê şandibûn. Alîkarî bi rêya komînan tên belavkirin."

Li gorî Necwa Mihemed, alîkarî ji cil, nivîn û madeyên xwarinê pêk tên.

(bb)

ANHA