Îro li Başûr li dijî dewleta Tirk xwepêşandan tên lidarxistin

Wê îro li navçeya Kelar, Ranya û Derbendîxanê yên Başûrê Kurdistasnê li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser balefirgeha Silêmaniyê xwepêşandan werin lidarxistin.

Îro li Başûr li dijî dewleta Tirk xwepêşandan tên lidarxistin
10 nîsan, 2023   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (9`ê Nîsanê) ji aliyê kesayet û rewşenbîran ve bi daxuyaniyan bang li xelkê navçeyên Kelar, Derbendîxan û Ranyayê hat kirin ku 10’ê Nîsanê tevlî xwepêşandanên li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser balefirgeha Silêmaniyê bibin.

Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat gotin ku êrişên dewleta Tirk binpêkirinên eşkere yên li ser xak û kerameta xelkê Kurdistanê ne.

Li gor daxuyaniyan, cih û dema xwepêşandanan wiha ye;

Kelar- Parka li rex Geraca Şehîdan, saet 16:00.

Ranya- Baxê Giştî, saet 16:00.

Derbendîxan- li ber Çayxaneya Çandî, saet 16:00.