Dijî êrişa Silêmaniyê xelk derdikeve xwepêşandanê

Komek çalakvanên bajarê Silêmaniyê îro li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser balafirgeha Silêmaniyê xwepêşandanê li dar dixin. Çalakvanan banga tevlêbûnê li gel kir.

Dijî êrişa Silêmaniyê xelk derdikeve xwepêşandanê
9 nîsan, 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 8’ê Nîsanê de êrişeke hewayî li nêzî balafirgeha bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê çêbû.

Piştî êrişê gelek alî, hêz û kesayetan daxuyanî dan û bertek nîşanî êrişê da.

Komek kesayet û çalakvanên Silêmaniyê jî îro bi daxuyaniyekê bang li her kesê kirin ku tevlî xwepêşandana îro dijî êrişa ser balafirgeha Silêmaniyê bibin.

Di daxuyaniya ku ajansa Rojnewsê kopiyek wê belav kiriye de, tê gotin; “Em wek komek kesayet, çalakvan û xelkê Silêmaniyê, dijî vê êrişê bang li xelkê Kurdistanê dikîn bi yek dengî rabin ser xwe û rê nedin dijmin rumeta xelkê Kurdistanê bişkîne.”

Ligorî daxuyaniyê, xwepêşandan îro saet di 15:00’an de li kolana Seholeke ya Silêmaniyê dest pê dike.

(c)