`Bêdengiya rêxistinên mirovî hovîtiya dewleta Tirk zêdetir dike`

Hiqûqnas û endama Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Fîda El Ebdullah diyar kir ku rêxistin û desteyên hiqûqî û mirovî erka xwe li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi cih neynin, ji ber vê yekê dewleta Tirk siyaseta xwe ya derexlaqî didomîne. Her wiha got hemû aliyên têkildarî berpirsên girankirina tecrîdê û berdewamkirina wê ye.

`Bêdengiya rêxistinên mirovî hovîtiya dewleta Tirk zêdetir dike`
8 nîsan, 2023   23:28
TEBQA - EBDUREHMEN EL SALIH

Li hember bêdengiya berdewam a rêxistina NY'yê û desteyên mafên mirovan li hember tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan da.

Têkildarî wê, hiqûqnas û şêwirmenda Meclisa Rêvber a Tebqayê FîdaEl Ebdullah, bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir ku ji 25 salan ve berdewam e.

Fîdaa diyar kir ku aliyên peywendîdar ji destpêka tecrîdê ve tu gavên qanûnî li dijî siyaseta dewleta Tirk neavêtin ku vê tecrîdê bi dawî bikin û got: “Wan hewl neda ku peymanan li dar bixin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.”

Fîdaa destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinan bi parêzer re, ji zêdetirî 2 salan ve li dijî rêgezên mafên mirovan e.

Fîdaa di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku daxwazên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê dewam bikin heta ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û dê têkoşîna xwe dewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi dest bixin .

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Komîteya Hundirîn Tirkiye El Hemedê deste û rêxistinên hiqûqî û jinan şermezar kir ji ber ku tu helwesteke cidî li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşan nedaye.

Tirkiye diyar kir ku ji beriya du salan ve dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran kiriye û nahêle mlabat û parêzer pê re hevdîtinê çêkin, ev yek li pêş çavên hemû rêxistin û aliyên mirovahî pêk tê.

Tirkiye di dawiya axaftina xwe de alî, rêxistin û desteyên mirovî berpirsê dewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

(dm/şx)

ANHA