Der barê êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê de daxuyaniya nû

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî di daxuyaniya li ser malpera fermî ya QSD`ê de hatiye weşandin ragihand ku heta cihê fermandarê giştî yê QSD`ê bi ewle bû, wan agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin.

Der barê êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê de daxuyaniya nû
8 nîsan, 2023   14:53
NAVENDA NÛÇEYA

Daxuyaniya berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî wiha ye:

“Di çarçoveya berpirsyariyên ewlehiyê yên asta jor de û girêdayî selameta Fermandariya hêzên me, Navenda Ragihandina QSD agahiyên der barê êrişa Tirkiye ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ku dema Fermandarê Giştî yê QSD Mezlûm Ebdî li wir bû pêk hat sînordar kir, heta ku Fermandarê Giştî bi awayekî ewle gihişt heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di êrişê de tu ziyanên canî çênebû. Der barê hurguliyên êrişê de dê hêzên me di dema pêş de daxuyaniyeke berfireh belav bike.”

(şx)