​​​​​​​Li Minbicê hemleya hişyarkirinê der barê narkotîkê de berdewam in

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Minbicê bi armanca hişyarkirina şêniyan der barê narkotîkê de û bandorên wê li ser civakê di aliyê tenduristiyê û qanûnê de, civîneke berfireh di nava kampan de li dar xist.

​​​​​​​Li Minbicê hemleya hişyarkirinê der barê narkotîkê de berdewam in
8 nîsan, 2023   14:19
 MINBIC

Di 6`ê Nîsanê de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Minbicê bi dirûşma “Bi zanabûn û rêxistinbûyîna xwe em jiyanê baştir bikin” hemleyek hişyariyê têkildarî narkotîkê dest pê kir.

Îro civîneke berfireh li Kampa Rojhilat a gundê Resim El Exder li dar xist.

/ar/uploads/files/2023/04/08/134247_rym-drwysh.webp

Şêniyên kampê û endamên kombûnê di civînê de beşdar bûn. Endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rîm Derwîş axivî û behsa xetereyên bikaranîna narkotîkê li ser civakê kir.

/ar/uploads/files/2023/04/08/134225_aml-mhmd.webp

Dûre endama Komîteya Tenduristiyê Emel Mihemed bandorên narkotîkê li ser mirov di aliyê tenduristiyê de şîrove kirin.

/ar/uploads/files/2023/04/08/134208_asalh-agha-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.webp

Endama Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Esale Axa jî mijar di aliyê qanûnî de şîrove kir û behsa hewldanên Rêveberiya Xweser kir û got: “Rêveberiya Xweser bi rêya zeftkirina herêmên ser sînor, hewl dide ku rê li pêşiya vê diyardeyê bigire û hemleyên hişyarkirinê li dar dixe.”

Her wiha Esale qanûnên der barê bikaranîn û belavkirina narkotîkê de bibîr xistin û got: “Qanûnên taybet ên vê mijarê hene. Li gorî madeya bi hejmar 40 kesê narkotîkê bi kar tîne yan belav dike, yan dikire yan jî difroşe yan jî bazirganiya wê dike herî kêm 10 sal ceza lê tê birîn û divê milyonek heta 100 milyonî lîre ceza bide. Li gorî madeya 34 ya qanûna narkotîkê, kesê narkotîkê bi kar tîne 6 meh heta salek ceza lê tê birîn û divê 500 hezar lîre bide.”

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku lidarxistina mîna van civînan dê li bajêr û gundewar berdewam bike.

(dm/şx)

ANHA