​​​​​​​Rojbûn û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan mijara semînerekê li Tebqayê bû

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya der barê têkoşîn, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û çawa bandor li gelan kiriye de, semînerek li dar xist.

​​​​​​​Rojbûn û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan mijara semînerekê li Tebqayê bû
8 nîsan, 2023   15:11
TEBQA

Bi dehan malbat û hevjînên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl, partî tev li semînerê bûn ku li hola Meclisa Malbatên Şehîdan hatiye lidarxistin.

Endama rêveberiya Desteya Nivîsgeha Kombûna Jinan Fatme Behbûh semîner bi rêve bir û wiha axivî: “Gelê Kurd bi saya têkoşîna ku Rêber Abdullah Ocalan destpê kiriye, gihaşt vê pêvajoyê.”

Fatme wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan li hember pergala dagirkeriyê bi hemû rêbazan li ber xwe dan. Ev pergal hewl dide ku civakê bi kar bîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Lê belê Rêber Abdullah Ocalan, hewl da civakê ji bin destê van pergalan xilas bike. Ji bo wê, vîn û însiyatîfa civakê xuttir kir.”

Di dawiyê de Fatme destnîşan kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vejîna gelê Kurd û mirovahiyê ye ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan bi rêgezên xwe nasnameya rastîn a kurdan ava kir ku xwedî nirxên civakî, exlaqî û polîtîk e û dikare li hember pergala kapîtalîst bisekine.

Tê destnîşankirin ku Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya di çarçoveya xebatên xwe de dê lidarxistina mîna van semîneran heta 19`ê Nîsanê li Tebqa û gundewarê wê bidomîne.

(dm/şx)

ANHA