Li Qamişloyê siyasetmedar Yûsif Dîbo hate bibîranîn

KNK′ê siyasetmedarê Kurd Yûsif Dîbo di salvegera wî ya duyemîn de bi bîr anîn. Di salvegerê de bi dehan rewşenbîr, nûnerên ji partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Li Qamişloyê siyasetmedar Yûsif Dîbo hate bibîranîn
8 nîsan, 2023   13:08
QAMIŞLO

Merasîm li Parka Xwendinê ya li Qamişloyê hate lidarxistin. Tê de sînevîzyonek li ser jiyana têkoşer Yûsif Dîbo, têkoşîn û dîroka tevgerên siyasî yên Kurd hate pêşandan.

Yûsif Dîbo (1936-2021) yek ji rêveberên neteweyî li Sûriyeyê ye. Ji bo xizmetkirina gelê Kurd têkoşiya. Di 1957′an de tev li tevgera siyasî bû. 6 caran ji hêla desthilatên hikumeta Şamê ve hate girtin.

Piştî sînevîzyon bi dawî bû, endamê Desteya Rêveber a KNK′ê Ekrem Hiso têkoşer Yûsif Dîbo û hemû şehîd bi bîr anîn û wiha got: "Ji bo têkoşîn û fedekariyên wan di oxira parastina nirxên gelê Kurd de dane, em wan bi bîr tînin û dibêjin em hîna li ser soza xwe ne."

Hiso wiha domand: "Em ê heta rizgarkirina civakê û pêkanîna mafên wê li ser şopa wan bin."

Li aliyekî din jî hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah spasiya rola Yûsif Dîbo di tevgera rizgariya Kurd de kir û wiha got: "Ew yek ji kesayetên welatparêz ku di oxira rûmet, azadî û nirxên gelê Kurd de têkoşiyaye. Ruxmî zehmetiyên li hemberî wî, wî teslîmkariya ji siyasetên li dijî vîna gelê Kurd re qebûl neke û heta Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe da û têkoşiya."

Asya anî ziman ku PYD′ê bi van kesayetan serbilind e wiha dawî li gotina xwe anî: "Em soz didin ku heta pêkanîna armancên wan ên azadiyê li ser şopa wan bin."

Her wiha sekreterê Partiya Çep a Kurdî Salih Gedo têkoşîna hevrêyê xwe Yûsif Dîbo pîroz kir û wiha got: "Yûsif Dîbo jiyana xwe xist xizmetî gelê Kurd. Ruhê şoreşgerî di nava şêniyan de çand. Rojekê jî dev ji doza Kurdî berneda. Xwedî helwest bû û alîgirê yekitiya Kurd-Ereb bû."

Di dawiyê de kurê Yûsif Dîbo, Sîhanok Dîbo soz da ku ew ê mîrasa têkoşînê ku bavê wî hiştiye biparêze û temam bike.

(fr)

ANHA