​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî

Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên sivîl û rûspiyên Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn û soz dan ku heta serkeftin pêk were dê şopdarên rêya şehîdan bin.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî
8 nîsan, 2023   13:19
REQA

Merasîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li dar ket. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û rûsiyên bajêr tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Komîteya Kar û Barên Xebitandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Cîhad Hesen axivî û got: “Em îro şehîdê yekemîn ê ji pêkhateya ereb ku tev li tevgera rizgariyê bûye bi bîr tînin.”

Hesen behsa şehîd Ezîz Ereb kir û got: “Şehîd Ezîz Ereb dîwarê tirsê, zulmê û parçebûnê, şikand. Şehadeta wî bandor li gelek ciwanên ereb kir ku di bin ala Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tev li tevgera şoreşgerî bûn. Bi hezaran çekê wî rakir mîna Rojbîn Ereb û rêya azadiyê û rûmetê domandin.”

Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê El Kerame Ibtîsam El Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwînê pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb û asûr têkil hevbûn û ciwanên wan destanên lehengiyê û fedaîtiyê nivisîn.

Ibtîsam soz da ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û rêya wan heta pêkanîna serkeftinê berdewam bikin.

Di dawiya merasîmê de beşdaran, “Bi can û xwîne em bi te re şehîd” berz kirin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku şehîd Ezîz 17`ê Nîsana 1986`an şehîd bûbû.

(şx)

ANHA