Tifaqa Ked û Azadiyê mutabaqata xwe ya hilbijartinan aşkera kir

Tifaqa Ked û Azadiyê aşkera kir ku Partiya Çep a Kesk dê li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û TÎP jî dê li 49 bajaran bikevin hilbijartinên parlamentoyê yên Tirkiyeyê yên 14’ê Gulanê.

Tifaqa Ked û Azadiyê mutabaqata xwe ya hilbijartinan aşkera kir
8 nîsan, 2023   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Tifaqa Ked û Azadiyê, helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinê û metna lihevhatina polîtîk bi civîneke çapemeniyê li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê aşkera kir.

Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, serokê giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, serokê giştî yê Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Hakan Ozturk, ji Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Erdal Ataş, endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca û serokê giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz ên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, beşdarî civînê bûn.

Helwesta têkildarî hilbijartinê û metna lihevhatina polîtîk a Tifaqa Ked û Azadiyê hevberdevkê giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin aşkere kir.

Akin anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê wekî hilbijartina serokkomariyê, hilbijartina parlamenteriyê de jî armanc dike ku rejîma yek zilamî bi dawî bike û wiha got: “Tifaqa me ya avakirina pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê armanc dike dê ji hilbijartinan piştgiriyeke mezin a gel bigire, ji aliyê kedê, aştiyê, demokrasiyê ve nûnertiya meclisê ya bihêz bi dest bixe.”

Akin, destnîşan kir ku EHP, EMEP, HDP, SMF û TOP a di nava tifaqê de cih digirin wê li 81 bajaran ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk bi awayekî hevkar bikevin hilbijartinê, TÎP jî dê li 49 bajar û 52 herêmên hilbijartinê bi logoya xwe bikevê û li hemû bajarên din wê pişgtgiriya Partiya Çep a Kesk bike.

Îbrahîm Akin mutabaqata tifaqê ya têkildarî hilbijartinan wiha aşkere kir: “Hemû herêmên hilbijartinê yek bi yek hatine lêkolînkirin, parlamenterên ku HDP’ê di demên borî de qezenckirine berçav hatine wergirtin, hem ji aliyê deng hem jî ji aliyê parlamenteran ve qezenckirin hatiye armanckirin. Di encama van nirxandinan de em dixwazin ji we re ragihînin ku rêbazek li ser li hev hatiye kirin ku armanca zêdekirina hejmara parlamenteran bibe rastiyek. Bi vê encama hevpar re em weke Tifaqa Ked û Azadiyê gihiştine hev û mutebaqata hevpar a hilbijartinê ku me bi we re parve kiriye, ji bo meşandina kampanyayeke xurt a hilbijartinê me xebatên xwe gihandine qonaxeke nû.”