​​​​​​​QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in

QSDʹê nûçeyên têkildarî hedefgirina Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê derewand û got: Ev nûçe bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin."

​​​​​​​QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in
7 nîsan, 2023   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî nûçeyên ku dibêjin Fermandarên Giştî yê QSDʹê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye hedefgirtin daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye: "Hemû nûçeyên ku idîa dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armancgirtin ne rast in. Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin."

(bb)

ANHA