​​​​​​​′Me 4 şehîd dan û amade ne hîn jî bidin′

Malbata şehîd Cemîl Hindî da zanîn ku ew ê têkoşîn û berxwedanê dewam bikin û got "Me 4 şehîdan dan û amade ne ji bo azadî û rûmeta gelê herêmê hîn jî şehîdan bidin."

​​​​​​​′Me 4 şehîd dan û amade ne hîn jî bidin′
7 nîsan, 2023   12:48
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê beşdarî merasîma endamê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), şehîd Cemîl Cuma El Şêx Hindî (Cemîl Tirbespiyê) bûn.

Şehîd Cemîl Tirbespiyê ji ber nexweşiyekê şehîd bûbû.

Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê hate lidarxistin. Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zek Îbrahîm fedakariya şehîdan pîroz kir û got dê heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan axivî û got dê xaka xwe û gel ji hemû êrişan biparêzin.

Hevrêyê şehîd Cemîl, ji fermandarên Foca Şehîd Artêş, Şivan Dêrik jî bal kişand ser israra şehîd Cemîl a rahiştina çekê û parastina gel, tevî nexweşiya wî û wiha got: "Şehîd Cemîl ji wan lehengan e ku li dijî êrişên li ser herêmê sekinî."

Kurê şehîd Cemîl, Ehmed Cemîl El Şêx Hidî jî da zanîn ku ew li ser rêça têkoşîn û berxwedanê ne û got: "Me 4 şehîd dan û di oxira azadî û rûmeta gelê herêmê de em amade ne hîn jî şehîdan bidin."

Dûre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Cemîl Hindî hate kirin.

(fr)

ANHA