Talîban hevpeyvîna bi jinan re qedexe kir

Li bajarê Helmend ya Efganistanê hevpeyvîna rojnamevanan ya bi jinan re hate qedexekirin.

Talîban hevpeyvîna bi jinan re qedexe kir
7 nîsan, 2023   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya NÛJINHA’yê li bajarê Helmend a Efganîstanê Talîbanê, hevpeyvîna rojnamevanan ya bi jinan re qedexekir û gef li rojnamevanan jî xwar.

Rojnamevanek li herêmê ku ji ber ewlehiyê nekarî navê xwe bide, ragihand ku biryara rêveberê rewşenbîrî Meulwî Mihemed Qasim Riaz ji wan re hatiye ragihandin. Rojnameger her wiha diyar kir ku nûçeyên ku dixwestin der barê xebatkarên nexweşxaneyê û nexweşan de bidin ji aliyê rayedarên Talîbanê ve bi bertekeke tund hat astengkirin û piştre li ser hejmara xwe ya WhatsAppê bi nivîsa “Ji jinan dûr bisekinin” peyama gefxwarinê girtiye.

Rojnamevan da zanîn ku bi vê pêkanînên Talîbanê dixwazin dengê jinên li Helmandê bitepisînin û wiha bertek nîşan da: “Êdî qîmeta azadiya jinê û mafên jinan nemaye. Ger destûr nayê dayîn ku jinek hevpeyvînê jî bike em nikarin qala mafên jinan û mirovan bikin.ʹʹ