​​​​​​​Dagirkeran li Efrînê 57 darên zeytûnê birîn

Çeteyên El Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundên Maratê û Bablêtê yên Efrînê 57 darên zeytûnê birîn.

​​​​​​​Dagirkeran li Efrînê 57 darên zeytûnê birîn
6 nîsan, 2023   08:03
ŞEBAH

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên taybet hatine bidestxistin, çeteyên El Hemzat 17 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Ebdurehman Betal ê ji gundê Maratê yê Efrînê birîn.

Çeteyan 40 darên zeytûnê yên Şêx Ebdulqadir ê ji gundê Bablêtê yê navenda bajarê Efrînê jî birîn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya siyasetên qirkirin û guhertina demografiyê de birîna darên Efrînê, bi taybet darên zeytûnê, didomînin.

(c)

ANHA