​​​​​​​Heyva Sor li Şehbayê alîkarî belav kir

Heyva Sor a Kurd a kantona Şehbayê alîkariyên darayî li malbatên koçber ên li kampên Şehba û Şêrawayê belav kirin.

​​​​​​​Heyva Sor li Şehbayê alîkarî belav kir
​​​​​​​Heyva Sor li Şehbayê alîkarî belav kir
​​​​​​​Heyva Sor li Şehbayê alîkarî belav kir
6 nîsan, 2023   08:20
ŞEHBA

Di 4`ê Nîsanê de bi boneya meha Remezanê Heyva Sor a Kurd alîkariyên darayî li hezar û 864 malbatên koçberên Efrînê yên li 5 kampan belav kirin.

Belavkirina alîkariyan di çarçoveya kampanyayeke alîkariyan de pêk hat. Duh (5`ê Nîsanê) alîkariyên ku ji kes, meclis, komîn û navendên Heyva Sor a Kurd hatibûn komkirin, hatin belavkirin.

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a kampanyayê de, tê payîn ku di hefteyên pêş de Heyva Sor paketên xwarinê jî li malbatên hewcedar ên li Şehbayê jî belav bike.

(c)

ANHA