​​​​​​​Li Qamişloyê Gulîstana 4ʹê Nîsanê hat vekirin

Bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Gulîstana 4ʹNîsanê li Qamiloyê hat vekirin.

​​​​​​​Li Qamişloyê Gulîstana 4ʹê Nîsanê hat vekirin
​​​​​​​Li Qamişloyê Gulîstana 4ʹê Nîsanê hat vekirin
​​​​​​​Li Qamişloyê Gulîstana 4ʹê Nîsanê hat vekirin
​​​​​​​Li Qamişloyê Gulîstana 4ʹê Nîsanê hat vekirin
3 nîsan, 2023   16:52
QAMIŞLO

Nivîsgeha PYDʹê ya bajarê Qamişloyê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Gulîstana 4ʹê Nîsanê  li taxa Hilêliyê vekir.

Di merasîmê vekirina gulistanê de bi dehan şênî, malbatên şehîdan, endamên PYD û Kongra Star amade bûn.

 Di gulîstanê de dar hatine çandin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Her wiha pirtûkxaneyeke pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan heye.

Deriyê gulîstanê ji aliyê dayika şehîdê YPGʹê Delîl, Şeha Hesarê ve hat vekirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê  Ebdullah Îsa 4ʹê Nîsanê li şervanên azadiyê pîroz kir û got: "4ʹê Nîsanê ji bo me vejîneke. Rêbertî gelên bindest ji zilm û înkarkirinê rizgar kir. Rêbertî bi fikrê xwe jiyanek û jineke azad ava kir. Divê em 4ʹê Nîsanê bikin roja xwedîderketina li Rêbertiya xwe."

Şeha Hesarê jî axivî û soza şopandina xeta Rêber Abdullah Ocalan da.

Di merasîmê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li beşdaran hatin belavkirin.

(bb)

ANHA