​​​​​​​PYDʹê neçarkirina Êzidiyan ku bibin misliman şermezar kir

PYDʹê bi daxuyaniyekê neçarkirina welatiyên Êzidî yên Efrînê ku bibin misilman şermezar kir û got: "Bidawîkirina dagirkeriya Tirk divê armancên pêşîn ên mirovî, exlaqî û nîştimanî be."

​​​​​​​PYDʹê neçarkirina Êzidiyan ku bibin misliman şermezar kir
3 nîsan, 2023   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkildarî kiryara çeteyên dewleta Tirk a dagirker a neçarkirina welatiyên Êzidî yên li Efrînê ku bibin misliman daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em nêzîkatiyên ne mirovî û ne exlaqî şermezar kirin. Ev kiryar li dijî  ruhanî rastiya hemû ol û baweriyan, di nav de ola îslamê ye. Em diyar dikin ku ev kiryar sûcek li dijî pîvan û qanûnên navneteweyî û mafên mirovan ên girêdayî azadiya bawerî û wijdanê ye. Ev sûc di hawirdorekê ku dewleta Tirk a dagirker afirandiye de tê kirin . Her wiha ev sûc encama çanda komên çete yên dizek a li dijî gelê me yê Kurd ê Êzidî ye. Ev sûcek siyaseteke sîstematîk e armanc jê qirkirina tevahî Êzidiyan e."

PYDʹê bang li gelê Sûriyeyê û hêzên wê yên demokrat ên welatparêz kir ku der barê sûcên li herêmên dagirkirî tên kirin de  helwesta berpirsyar nîşan bide. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Azadiya Olan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nemaze yên li dijî Êzidiyan teşhîr bikin.

PYDʹê di dawiyê de got: "Divê bidawîkirina dagirkeriya Tirk armancên n mirovî, exlaqî û nîştimanî yên pêşîn be. Divê hemû hewldanên rewakirina dagirkeriyê û komên wê yên tarî û çete werin redkirin."

(bb)

ANHA